
Komîsyona Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê Azadiya Olî ya Navdewletî (USCIRF) rapora xwe ya salane li ser azadiya olî li cîhanê da belav kir. Ew beşa ku peywendî bi Rojhilata Navîn ve heye, dibêje li 2019 da kemîneyên olî yên li Herêma Kurdistanê azadtir bûn beranber bi navçeyên dinê Iraqê.
Li raporê da hatiye li sala 2019 da rewşa azadiya olî li Iraqê li hinek warên girîng da geş bûye, lê belê bi awayeke giştî ji bo Amerîka cihê dilgiraniyê bûye.
Raporê de dibêje: “Kemîneyên olî yên li deşta Mûsil û Şingalê di dema vegerandina wan û her wiha li berdewamîdana jiyana xwe de rûbirûyê astengiyeke mezin bûne.”