Cîhan

NY: Kurdistan ji bo penaberên surî aramtirîn herême

Neteweyên Yekgirtî (NY) di raporeke xwe de bi fermî îtîraf kir ku, zêdetir ji 200 hezar penaberên surî gihiştine herêma Kurdistanê û wê hijmara zêde dê tesîreke mezin a nêgetîv li ser aboriya herêma Kurdistnê hebe, bi taybetî di vê qonaxê de ku, rewşa deverê bi giştî ber bi aloziyan ve diçe.

Piştî Antonyo Gotres serokê komisyona penaberan a ser bi NY û Ayrsirîn Kozon rêvebira rêxistina xuraka cîhanî a ser bi NY ve, heftiya borî de serdana herêma Kurdistanê kirî, di daxuyaniyekê de ragehand ku, herêma Kurdistanê ji bo penaberên surî aramtirîn herême.

Her du berprisên NY xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pêşwazîkirin, alîkarîkirin, vekirina tixûb li pêşiya penaberan û dabînkirina pêdawîstiyên sereke û avakirina  kampan de,  bilind nirxandin.

 

Berprisên her du rêxistinê cîhanî yên ser bi Neteweyên yekgirtî ve di rapora xwe de diyar dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê cîyê hewandin û jiyanê bo 200 hezar penaberên surî dabîn kiriye ku, bi tenê di nava du heftiyan de 47 hezar kes ber bi herêma Kurdistanê ve hatine.

Back to top button