Cîhan

NY ji bo Roboskî cara ewil daxwaza parastinê ji hikûmetê dike

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li ser serlêdana malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane, cara yekem ji hikûmetê daxwaza parastinê kir.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî der barê 34 kesên ku di êrîşa hewayî ya 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn de ku, 19 jê zarok 34 kes hatibûn qetilkirin, ji dewleta Tirk parastin daxwaz kir.

Parêzer Kerem Altîparmak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û bi bîr xist ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, beriya niha ji ber hincetên qanûnî bêyî ku li ser esasê parastinan bike biryara nepejirandinê dabû.

Altiparmak anî ziman ku di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku mafê jiyanê û qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin û got divê hikûmet di nava 6 mehan de bersivên xwe bide.

Li gorî parêzer Kerem Altiparmak, serlêdana ji bo wergirtina nêrînên xwe yên li ser erêkirin û meriyetê ji hikûmetê re hatiye ragihandin.

“Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, serlêdana malbatên Roboskî ya ji bo wergirtina nêrîna wan a li ser destûr û meriyetê, ji hikûmetê re ragihand. Di serlêdanê de tê îdiakirin ku mafê jiyanê û qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin.

Ger demek zêde neyê xwestin yan jî neyê dayîn, hikûmet 6 meh maye ku bersivên xwe bişîne. Dûv re, serlêder dê bersivê bidin ramanên hukûmetê û diyar bikin ku ew di tazmînatê de di rewşek binpêkirinê de çi dixwazin.

Di vê navberê de em bînin bîra xwe ku li Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Roboskî heye. Doza Roboskî di lêgerîna edalet û heqîqetê ya Tirkiyeyê de semboleke gelekî girîng e. Lêgerîna vê heqîqetê li Tirkiyeyê û an jî li mekanîzmayên navneteweyî ji bo me peywireke giran e.”

Back to top button