Sûc û gunehên rejîma Kemalîst bûne birînek di wijdane mirovahiyê de.

Daxûyaniya Partiya Azadî bi minasebeta bîranîna darvekirina Şêx Seîd ê hevalên wî de:
Bi rêbertiya Civaka Azadî ya Kurdistanê û bi destê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li Pîranê di Sibata 1925an de serhildana ku çêbû dîsa di Hezîrana heman salê de bi dardekirina şehîdên ezîz yên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ve bi dawî bû.
Ev serhildana ku di xwe de edalet, azadî û daxwazên Însani, Îslamî û Kurdistanî dihewandin, li bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke zêde ya gel ve çêbiye û ji mezintirîn îtîrazan yek e, li hemberî dagirkerî, zordestî û înkara li Kurdistanê. Ji ber vê îtîrazê ye ku ji bo tevgerên piştî wê derketine bûye kanîya îlhamê û her wiha bi awayekî pir zelal daye nîşan ka daxwazên Kurdistanî ji çi tiştan pêk tên.
Vê serhildanê projeya Kemalîzmê ya ku xwestiye bakurê Kurdistanê asimile bike tune kiriye û her wiha aîdiyeta Kurdî, Kurdistanî û Îslamî ya li nava kurdan jî parastiye. Sûc û gunehên ku rejîma Kemalîst a Tirkiyê li bakurê Kurdistanê li ser navê Qanûna Takrîrî Sukûn, Mehkemeyên Îstîqlalê, Operasyonên Tenqîl û Tedîpê kirine, bûne birînek di wijdane mirovahiyê de.
KÊLIKEKE MEZELÊ WAN JÎ NEHIŞTINE.
Di encama van kirinên bi vî rengî de di 29’ê Hezîrana 1925’de bi şevê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li bajarê qedîm a Kurdistanê li Amedê hatine dardekirin û şehîdkirin. Ji bo ku Şêx Seîd Efendî û doza wî di bîra mirovan de nemîne, hem ji bo wî hem jî ji bo rêhevalên wî kêlikeke mezelê wî jî nehiştine. Heman kirin ji bo ewladê qehreman yê Dêrsimê û rêber û şexsiyetekî Kurdistanî şehîd Seyyîd Riza û îftixara alema îslamê, alimê gewre û ewladê Kurdistanê Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.
AZADIYA KURDISTANÊ AZADIYA UMETA ÎSLAMÊ YE
Cudahiyek an jî rêz û doreke pêş û paş di azadiya Kurdistanê de û di daxwazên gelê me yên edalet û azadiyê de û her wiha di daxwazên îslamî û însanî de tunene. Berevajî vê eşkere ye ku daxwaz û telebên Kurdistanî ne li dijî meslehetên Îslam û umetê ne. Gotinên Kemalîst, Baasî û hevalbendên wan yên derbarê azadiya Kurdistanê de ku dibêjin – Azadiya Kurdistanê zirarek e ji bo yekîtiya alema Îslamê û Ereban – bi temamî ji rastiyê dûr in.
Bes bi azadiye tevê xelkê Misilman umeta Îslamê dê biserkevê.
Temsîlkarên meşrû yên siyasî yên gelê Kurdistanê û her wiha temamê gelê Kurdistanê; bi taybetî jî ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê misilman e, hem hay ji berpirsiyariya xwe ya Îslamî û hem jî ya însanî hene. Lê belê ew hikumet û dewletên ku cînarên Kurdistanê ne û qaşo îslamî ne hay ji berpirsiyariya xwe nîn û her wiha wezîfeya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê jî pêk neanîn e.
Bi vê navgînê em careke din rêberê serhildana Kurdistanê ya di sala 1925’de Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî di 99 saliya şehadeta wanda bi rêz û hurmet, bi spasî û rehmet bi bîr tînin. Em hêvîdar in ku doza gelê Kurdistanê ya ji bo edalet, azadî, wekhevİyê bi aşitiyê bi encam bibe û her wiha aşîtî û biratî bibe para hemû gelê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn umeta Îslamê û mirovahiyê.
Partiya Azadî