Nûnerên Yekîtiya Ewropa piştgiriya vegera Pêşmergeyên Roj dikin
Endamêî Kurd di Komiteya pêwendiyên Opozisyona Sûriyê de dibêje ku Yekîtiya Ewropa piştevaniya xwe ji bo vegera Hêzên Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da.
Roja 7.3.2019ê şandek ji Komiteya pêwendiyên Opozisyona Sûriy bi beşdariya nûnerên ENKSê di berpirsên mezin ên Yekîtiya Ewropa re civiya.
Nûnerê ENKSê Hewas Egîd di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li Bruksila Beljîka ,e hejmareke civîn lidar xistin. Ligel berpirsên karûbarê Sûriyê û karûbarê Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropa de, herwiha ligel berpirsên karûbarê Sûriyê di Hikûmeta Beljîka û tîma Neteweyên Yekbûyî li Broksil û komîteya siyasî û ewlehî ya Neteweyên Yekbûyê, ew jî bi amadebûna nûnerê 27 welatan û berpirsên mezin ên parastina sivîlan û gihandina alîkariyan ji Yekîtiya Ewropa.”
Hewas Egîd wiha got: “Civînên me pir girîng bûn, derbarê çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyê û komîteya destûrî û hemû navçeyên Sûriyê, bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Feratê û pirsa Efrînê û gihandina alîkariyan.”
Egîd wiha domand: “Nûnerên Yekîtiya Ewropa û tevahiya berpirsên Ewropî yên ku me ew dîtin piştgiriya rola ENKSê û vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê dikin.”