CîhanPolîtîk

Nûnerê Trump li silhê digere

Mesrûr Barzanî û Brett McGurk balkiandine ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û tekez kirin, ku guftûgo û danûstandin rêya çareseriya pirsgirêkane.Şêwimendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 17-11-2017, li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk kir.Di çarçova hevdîtinê de, Bret McGurk derbarê pêşveçûnên leşkerî û aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihandiye, Amerîka hemû awayên kirdarên leşkerî ji bo yekalîkirina pirsgirêkan red dike.McGurk diyar kiriye, ku ji bo çareserkirina aloziyan ew dê hemû hewldanan bikin da ku herdu alî dest bi guftûgoyan bikin, bi awayeke aştiyane û li ser bingeha destûrê pirsgirêk bên çareserkirin.Brett McGurk piştgiriya welatê xwe ya ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kiriye û gotşye: “Em dixwazin Herêma Kurdistanê bi yekgirtî û bihêz di çarçova destûrê de, di hemû waran de pêşveçûnên xwe berdewam bikee.”Ji aliyê din ve Mesrûr Barzanî jî jî behsa berdewambûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kiriye, amaje kiriye, ku Herêma Kurdistanê herdem di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêk bi riyên aştiyane û guftûgoyê werin çareserkirin û herwiha tekez kiriye, ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di asta îdarî û siyasî de demek ji ya din zûtir dest pê bikin.Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha gotiye, ku cîbicîkirina destûrê bi amrazên ne destûrî nabe, ji ber ku bi guftûgo û danûstandinan dikarin çareseriyên guncaw ji pirsgirêkan re peyda bikin.

Back to top button