Polîtîk

Nûnerê Putîn xatirê xwe ji Kurdistanê xwest

Îro 31.01.2020 Mikhail Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa xatirê xwe ji Kurdistanê xwest û vegeriya welatê xwe.

Piştî serdana xwe ya Kurdistanê û encamdana çendîn civînên girîng Mikhail Bogdanov Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa û şanda li gel, li rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê xatirê xwe ji Kurdistanê xwest û vegeriya Moskowa.

Mikhail Bogdanov li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Sefîn Dîzeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Kurdistanê ve hate birêkirin.

 

Back to top button