Polîtîk

Nûnerê Beşar Esed beşdarî Kongreya Netewî dibe

Komîteya amadekirina Kongreya Netewî ya Kurdî birar de ku, Suriyeyê weke welatek cîran dawetî kongreyê bike. Li gor biryara Kongreyê her du alî; hikûmet û opozisyona surî dê beşdarîyê bikin.

Xefûr Mexmurî endamê komîteya amadekirina Kongreya Netewî ya Kurdî ji malpera NRT re got ku, komîteya amadekar biryar daye her çar welatên cîran (Tirkiye, Îran, îraq û Suriye) bo kongreyê bên vexwandin.

Mexmurî dibêje:

          Di civîna komîteya amadekar de gotûbêj hat kirin ku, bi tenê opozisyona surî bê dawet kirin, ji ber ku opozisyona surî li ser astê navdewletî miamile pê re tê kirin, lê hindek dîtin hebûn ku, sefîrê Suriyeyê yê li Bexdayê jî  bê dawet kirin û biryar hat girtin ku, sefîrê Suriyeyê yê Îraqê jî bê vexwandin.

Li dor wê yekê ku, rijêma Beşar Esed şriîyet nemaye û bi sedan hezar hevwelatiyên xwe kuştine û kurdên rojava jî gelek  qurbanî li ser destê wê rijêmê dane, Mexmurî dibêje:

          Di Kongreyê de peyama aştiyê heye, divê li ser esasê diyalog û lihevtêgihiştinê miamile bikîn.  Divê em peyama xwe bigehînin hemû aliyan, bigihînin her çar welatên cîranên me.

 

Mexmurî di daxuyaniya xwe diyar nake ka gelo ew alî kî bûn îsarar kiirn rijêma surî jî jib o kongreyê bê vexwandin. 

Back to top button