Polîtîk

SHK li Suriye bikaranîna çekên kîmyawî şermezar dike

Li gor wan nûçeyên ji navxweya Suriye ve tên li şerê di navbera hêzên hukîmî û rikeberên vî welatî de bi taybetî li herêmên dewrûbera bajarê Şamê çekên komkujiya kîmyayî hatiye bikaranîn. Em bi hemû aliyekî radigihînîn ku xelkê Herêma Kurdistanê zêdetirê her aliyekê ji êş û janên bikaranîna wan cûre çekan dizane ji ber ku ew bi xwe mezintirîn qurbanê wan çekan bûye û bi awayeke dirindane li dijî wî hatiye bikaranîn. Ji bo wê yekê jî her wekî ku çawa berê dijî bi karhatina çekên kîmyayî bûye niha û paşarojê jî li her cîheke cîhanê be dijî kirdeya nemirovaneya bikaranîna çekên kîmyayiye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku wê karê nemirovane gelek bi tundî riswa û şermezar dike, daxwaz ji civaka nawdewletî û rêxistinên cîhanî dike gelek bi lezgînî sînorek ji bo wê kirdarê deyne ku dijî hemû cûre bihayekî exlaqî û miroviye û bi zûtirîn demî aliyên encamderên wê eşkere bikin û rênimayiyên pêwîst li beramber de bigrin û wan siza bikin. Her ji vir jî hevxemiya xwe ji bo kes û karê qurbaniyên vê karesatê û gelê Suriye radigihînîn û hêvîdarîn demeke zû de şer û kavilkarî û janên gelê Suriye bi dawî bibe.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

23.08.2013

 

Back to top button