Walî nehişt Kiliçdaroglu serdana Kerkûkê bike

Cîgirê serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Gursel Tekîn diyar kir ku ji ber rewşa ewlehiyê nekarîne serdana bajarê Kerkûkê bikin. Lê li gorî malperekî tirkî, waliyê Kerkûkê  Necmedîn Kerîm rê nedaye şanda CHPê  serdana bajêr bikin.

Di çarçoveya serdana serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bo Iraqê de, biryar bû Kiliçdaroglu serdana Kerkûkê jî bike lê li gorî cîgirê Kiliçdaroglu ev serdana ji ber egerên ewlehiyê pêk nehat.

Cîgirê serokê CHPê Gursel Tekîn ji Rûdawê re got: “Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ji me xwest ji ber rewşa ewlehiya bajêr em serdana Kerkûkê nekin.”

Tekîn diyar kir ku di bernameya wan de nebû serdana Hewlêrê bikin.

Ji aliyekî din malpera tirkî ya bi navê “Dunya Bulteni”, îdia kir ku waliyê Kerkûkê  Necmedîn Kerîm nehîştiye şanda CHPê serdana Kerkûkê bike.

Tê zanîn, bi agadatiya wezareta derve ya Tirkiyê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi şandekî roja 20ê Tebaxa 2013 li ser vexwendina fermî ya Malikî serdana Iraqê kir û digel Malikî û hinek berpirsên Bexdayê hevdîtin pêk anî. 

 

Nêrînek

  1. Ez ji bo we pîrozbayî xwe ji Walîyê Kerkuke ran disînim. Wekî teye zanîn li Tirkiye di naw partiyên siyaseî da MHP û CHP hûrd jî partiyên fasist û sosyal fasistên, ji bo we jî Walîyê Kerkûke ji bo seroke sosyal fasist'a Tirkiye CHP Kemal Kilicdaroglu nikare here Kerkuk'ê gelek bas kiriyê. Wekî teye zanîn nûha li Tirkiye ji bo destûra bingehîn xebatek teye mesandin. Ew hûrd partî jî dixwazin henik tistên destura bingehîn li 80 da neye gûhartin. Di ew destûra bingehîn da wekî teye zanîn maddek heye û dibije; ''Kurd Tirkên ser ciyana û ji gayrî zimane Tirkî qet zimanen din ti da nebin''. CHP û MHP hûrd jî ew maddeyên bere dixwazin me neye gûhardin. Derek ji bo we jî beter însanen di nav CHP da siyasete dimesînine, bicke li dora xwe binerin.

Nerîna min :