Nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Fransayê eşkere bû
Derbarey vê biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mustefa berpirsê têkiliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmetê got:
– Di çarçoveya xebatên me yên di warê siyasete vebûna ber bi rûyê cihana derve ve û ji bona bihêzkirin pira têkiliyên herêma Kurdistanê digel welatên cihanê li ser esasê berjewendiya hevbeş de, hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku Xeman Zirar wek nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Fransayê bê tayînkirin.
Bepirsê têjeliyên derve pîrozbahîyên xwe pêşkeşî nûnera nû a hikûmeta herêma Kurdistanê ya Firabsayê kir û got:
– Ez hêvîdar im nûnera nû ya herêma Kurdistanê li Fransayê li astê wê baweriyê hikûmeta herêma Kurdistanê pê dayî, be. Û têkiliyên herêma Kurdistanê di gel Firansayê, bi taybetî di warê aborî, siyasî û kulturî pêşve biçin û pireke bihêz ya têkeliyan di navbera dermayedar, odeyên bazirganî û zanîngehê Kurdistanê û Fransayê de ava bike.
Mistefa kêfxeşiya xwe li hember vê pêşketinê nîşan de û tekîd li ser têkeliyên saxlem bi civaka navdewletî re kir.