Kultur

Nûbiharê Pilingê Serhedê çapkir.

Pilingê Serhedê navê romana dawî ya nivîskarê Kurd Eyub Kiran e ku ji aliyê weşanxaneya Nûbihar ve hatiye çapkirin.

Di derbarê vê romanê de weşanxaneya Nûbiharê ragihandiye: Mijara evê romanê Zeynel Efendiyê Xormekî ye. Eşîra Xormekan Elewî ne, lê bîr û baweriyên Suniyan jî rind dizanin; Dimilî ne, le bêqusûr Kurmancî dizanin.

Her wiha berdewamiyê de didin zanîn ku her çiqas naveroka romanê jiyanname û biyografiya Zeynel Beg be jî, roman bi dîroka Kurdan ya dawiya sedsala nozdehan û serê sedsala bîstan, bi kevneşopî û erf û edetên eşîrên Kurdan, bi peywendî û têkiliyên Kurd û Ermeniyan û bi şerê Ûris (Rûs) û Osmaniyan jî hatiye xemilandin.

Navenda Weşanxaneya Nûbiharê li bajarê Stenbolê ye û ji sala 1992 ve pirtûkên Kurdî çap dike.

Back to top button