Hevpeyvîn

Noşîrwan dizane xewna 25-ê Temûzê nabîne loma wiha dike

Derbarê meseleya cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê de jî Cundiyanî wiha diaxife: ‘’Heta niha Kosret Resûl yekem berendamê YNKê yebo postê cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê. Lê dibe ku di navbera me û PDKê de nerînên cuda li ser berbijarkirina Kosret Resûl hebûbin.’’

Derheqê daxwiyaniya Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa de jî Berdevkê Polîtburoya YNKê got: ‘’Dibe ku haya Noşîrwan Mistefa jê nemabe ka daxwiyaniya xwe çawa nivîsandiye. Herwiha hest dikim tevgera Goran bi bêrêzî berê xwe dide Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’

Cundiyanî dide xwiyakirin ku berê meyildariyek di nav Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hebûye piştgiriya kabîneya Dr. Berhem nedikir lê di heman demê de dibêje niha ew meyldarî nemaye.

Di vê hevpeyvîna Rûdawê de, ku berî bûyerên 17ê Sibatê li Silêmaniyê hatiye çêkirin, Berdevk û Endamê Polîtburoya YNKê Azad Cundiyanî li ser dû mijaran daxive: têkiliyên YNK û PDKê ligel Tevgera Goran, têkiliyên navbera YNK û PDKê jî bi awayekî eşkere bersivan dide.


Rûdaw: Ew bersiv û bersivdana ku niha di navbera YNK û Tevgera Goranê de heye, tiştekî normal e yan heye bibe sedemê aloziyên zêde?

Azad Cundiyanî: Ji daxuyaniya Tevgera Goran û heta niha ne asayî ye, lê ya ku ji piştî daxuyaniyê hatiye reaksyon bûye. Daxuyaniya Goran rewşa Kurdistanê ne asayî kir.

Ev rewş heta kengî wê berdewam bike?  

Em heta wê dema ku bi hev re rûniştin û serokê Herêma Kurdistanê jî di civînên xwe de ligel partiyên din raya wî ew bû ku divê Goran li ser wê xeletiya stratejîk a ku kir, daxwaza lêborînê bike. 

‘Noşîrwan Mistefa di kîjan civînan de amade bû? Kîjan civîn bi ciddî wergirtine?’

Heta daxwaza lêborînê neke venagere nav wan civînan?

Tevgera Goran berê jî bi awayekî lawaz di civînan de bû. Ji dema ku hilbijartin hatin kirin û Serokê Herêma Kurdistanê bi dengan di hilbijartinan de bi ser ket heta niha bi dehan civîn hatine kirin, ji min re bêjin Noşîrwan Mistefa di kîjan civînan de amade bû? Kîjan civîn bi ciddî wergirtine?

Lê we jî di civînên serekî de Noşîrwan Mistefa venexwend?

Bo hemû civînan Goran wek hemû partiyên din hatiye dawetkirin, ji bilî herdû civînên dawî.

Di civîna pêkanîna hikûmeta Iraqê de jî li gor insyatîva serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê nehat dawetkirin?

Wê demê ew ji Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanî derketibûn. Wan bi vîna xwe dev ji hevgirtinê berdan. Di dema gotûbêjên danîna xalên Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanî de ku nêzîka 30 saetan pey hev me civîn kirin, bi dirêjiya civînan beşê herî zêde yê hewldanên şanda Goran bow ê yekê bûn ku şertên hilweşandin û derketina ji hevgirtinê bicîh bikin. Me wê demê nedixwest rewşê berbi wê yekê bibin ku hevgirtin çênebe, eger na ew hemû pêdagirî li ser şertên vekişîna ji hevgirtinê û hilweşandina wê nîşana wê yekê bû ku Goran wek meseleyeke taktîkî ya pir demkurt reftar ligel hevgirtinê dikir.

Lê çêdibû wek aliyên Kurdistanî û Iraqî ku we dawet kiribûn, hûn Goran jî dawet bikin, ji ber ew dibên dema em bên paşguhxistin, em neçar dibin reaksyona xwe pêşan bidin?

Ew insyatîva serok Barzanî bû, dikarî vê pirsiyarê ji ofîsa cenabê wî bike ka ji ber çi wan venexwendin. Lê li gor agahiyên min wan hê ji destpêkê ve rêçika xwe ji wê rêçika ku kekê Mesûd girtibû, cuda kirin. Dibe sedem ew bû be ku kak Mesûd jî hest kiriye ku ne bi dilê Goran e ligel ti insyatîv, civîn û hevdengiyên Hevgirtina Fraksyonên Kurdistanî be. Dibe ji vê xalê hisab kiribe ku heye ew neyên an ku di dema borî de gelek civîn hatin kirin bi navê serokayetiya Herêma Kurdistanê û kak Mesûd bi xwe serperiştiya wan kiriye û ji piraniya partiyan berpirsê yekem amade bû, lê Noşîrwan neçû van civînan.

‘Hemû çavdêrên Kurdistanê têbînî kirine ku Noşîrwan amade nabe, lê çima?’

We ji aliyê xwe têbînî kiriye ji ber çi amade nabe?

Hemû çavdêrên Kurdistanê têbînî kirine ku Noşîrwan amade nabe, lê çima? Şiroveyeke din ji vê yekê re divê û divê berî her tiştî ji wan bê pirsîn ka çima amade nabin nemaze ku hê Goran kongreya xwe girênedaye. Kesê yekem û dawî Noşîrwan bi xwe ye. Loma eger di civînekê de kesê yekem nehat, cidîbûna wan dikeve ber gumanan de.

Hûn wek serkirdayetiya YNKê çawa berê xwe didin wan insyatîvên ku kesên wek Yûsiv Zozanî hewl didan da rûniştinên baştir û eşkeretir di navbera Goran û YNKê de bên kirin?

Me di dema wan de jî ev mesele ron kirin ku ew dikarin bêjin civînên civakî bûn, lê bê guman eger bi awayekî baş bihata sazkirin û nêteke baş li pişt vê yekê hebûna ji aliyê Goran, bi baweriya min wê encamên wan baş bûna. Lê ji me re ron bû ku ji wan civînên civakî û awayê derxistina nûçeyan ji aliyê Goran, dû mebestên wan hebûn: yekem ew bû ku pêşan bide pir pêwîstiya YNKê heye ku ligel wan bibe yek ji ber ku rewşa wê xerab û aloz e û têk çûye û lawaz bûye. Dûyem, Tevgera Goran dixwest têkiliyên me û PDKê têk bide ji ber ji yekem roj ve ku Noşîrwan bi awayekî fermî ragehand li derveyî YNKê ye, xaleke serekî ku li ser xebitî têkdana têkiliyên PDK û YNKê û peymana stratejîk bû.

Ti zemîneke wisa heye ku Mam Celal û Noşîrwan Mistefa bi hev re rûnin di vê demê de?

Rewşa Kurdistanê pir taybet e. Naxwazim li ser ewlewiyatên Goran baxivim, lê yên me û PDKê jî yên niştimanî û netewî ne. Di karê ku me daye pêşiya xwe de berjewendiya bilind a milletê me di ser her tiştî re ye.

‘Emê ligel hemû partî û hêzên Kurdistanê têkiliyên xwe organîze bikin’

Yanî li cem YNKê ev amadebûn heye?

Me bi dehan car ev yek dûbare kiriye ku deriyê têkiliyên asayî li Kurdistanê di navbera partiyên Kurdistanê de, Goran jî di nav de, ne deriyekî girtî ye. Ev xwesteka me ye têkilî di navbera hemû aliyan de li Kurdistanê têkiliyeke asayî be. Ligel PDKê hevbendiyê dikim û ligel filan partiyê dostaniyê dikim an peymaneke hevtêgihiştinê saz dikim. Bi dilê me ye û berî çend mehan di daxuyaniya dawî ya civîna serokatiyê de me bi awayekî fermî ragehand ku emê ligel hemû partî û hêzên Kurdistanê têkiliyên xwe organîze bikin.

Lê niha jî Goran dibêje em bi wê yekê re ne proseyeke saxlem li Kurdistanê hebe û proseya ku heye em dixwazin berdewam be, lê gendelî tê de nebe û dibên projeya ku wan pêşkêş kir ji aliyê PDK û YNKê bi awayekî pir xerab bersiva wê hat dayin?

Azad Cundiyanî: Kîjan proje?

‘Ne tenê YNK û PDK, ji xeynê Yekgirtû hêzên çekdarî yên hemû aliyan hene’

Projeya reformê ku berî daxuyaniyê belav kirin..

Berê xwe bidin vê projeyê û berê xwe bidin bernameya lîsteya Kurdistanî jî. Armanca bernameya me jî reform e. Goran wek aliyekî opozîsyonê tiştan pêşniyar dike da ku dengan bidestve bîne. Wek mînak, dema dibîne gotûbêjên yekgirtina hêzên pêşmereyan gihiştine qonaxa cîbicîkirinê, wê demê dikin hawar da ku pişt re ji xelkê re bêjin me zext kirin loma ev tişt hat cîbicîkirin. Wê dema wan daxuyanî derxistin û projeya xwe pêşkêş kirin, dest bi hevgirtina hêzên pêşmergeyan hatibû kirin. Ji bîra me neçe jî ku ne tenê hêzên çekdarî yên YNK û PDKê hene, ji bilî Yekgirtuya Îslamî hêzên çekdarî yên hemû aliyan hene.

Te got Goran bo her tiştî dike hawar, lê ji xwe karê opozîsyonê ew e zextan bike, dibe ku ew daxuyanî bo wêya be ku bê nav behskirin û gotûbêjkirinê û dibe jî bo wê yekê be ku dengder rabikişîne?

Bi ti awayî gotine me li ser wêya nîne ku bazarê dilivîne, ku dike hawar û nerazîbûnê pêşan dide, bi ser de jî xwepêşandan û ew tişt jî gotina me li ser wan nîne, lê gotina me li ser wê yekê ye ku kesê daxuyaniyê bixwîne ji pêşgotina wê heya digihe hilweşandina parlamento û hikûmetê, li derveyî prensîb û yasayan. Em vê wek bûyereke xerab dibînin.

Yanî hûn ji dehifdana xelkê dijî PDK û YNKê netirsiyan?

Na, rojane bi dehan grubên cemawerî li derveyî Goran her yek bi xwestek û daxwazên cuda xelkê gur dikin.

Lê Noşîrwan Mistefa dibêje daxwazên wan ji xizmetguzariyê derketin bo daxwazên siyasî?

Ev jî pir asayî ye bi şertekî ku ji çarçoveya yasayê dernekeve. Hilbijartin li pêşiya me hene, hilbijartina parêzgehan û parlamento û serokayetiya Herêma Kurdistanê.

‘Noşîrwan xewna ku 25.07 dît û êdî nabîne, loma wiha dike’

Bi baweriya te opozîsyonê êdî tahmûl nekir dema got ev sal û nîv e ti post di hikûmetê de wernegirt?

Rast e. Mebesta min bi taybetî Goran e, ji ber bila em opozîsyonê tevî di Tevgera Goranê de kom nekin. Em dibînin Yekgirtu jî kar dike û rexneyan digre û bernameya xwe pêşkêş dikin. Opozîsyon ne yek hêz e. Noşîrwan xewna 25.07 dît û êdî ji wê rojê ve ew xewn nedît û nabîne jî, loma wisa dike.

Ew dibên ku daxuyaniya wan armanca xwe pêk anî bi belgeya wêya ku niha YNK û PDKê dest bi axaftina li ser reforman kirin?

Bi tu awayî ne wisa ye. Bi rastî guneh e ji xelkê re bêjin rewşa Kurdistanê wisa aloz bikin, da ji xelkê re bêjin binêrin me wisa kir.

Lê ew dibên we wisa li xelkê kiriye ji we bitirsin ji ber li Silêmaniyê we tank anîn pêşberî wan û we pêşmerge xistin rewşa amadebaşiyê de?

Heye ku haya Noşîrwan Mistefa ji xwe nebûye ku daxuyaniya xwe çawa nivîsandiye. Daxuyanî di demekê de bû ku li Misrê dihatin şewitandin û kuştin û girtina û Misr dihat wêrankirin. Gotina Îmad Ehmed dûbare dikim ku piştî nîv saetê ji belavbûna yekem hevpeyvîna Noşîrwan Mistefa piştî daxuyanya wan bersiv da û got em bi rêya derbeyê nehatine û derbeyan ji ti kesî jî qebûl nakin.

‘Bêhna derbeyê ji amadekariyên bo tevlîhevkirina rewşa Silêmaniyê tên’

Dixwestin derbeyê bikin?

Bêhna derbeyê ji amajeyan û nêta pişt daxwiyaniyê û hejmareke amadekariyan bo tevlîhevkirina rewşa Silêmaniyê, tê. Derbe li cîhanê bi gelek rengan tên kirin. 

Lê bi baweriya wan ev tometek ne lojîke, dibêjin ne hêza me heye û ne jî pêşmergeyên me dibin fermanê de ne?

Dixwazin bêjin, çekên me nîne û emê çawan darbeyê çêkin. Li Kurdistanê mal heye ku çek têde nebe? Goran 400 hezar deng bidestxistiye, eger em her çend dengan ji bo malekê hesab bikin, herî kêm 100 hezar çekên endam, dengder û alîgirên wan hene.

Ew dengderane hemû endamên Goran in yan jî yên ji PDK û YNK’ê acizbûyînin?

Piraniya wan ne YNK û ne jî PDK’e ne, xelkên xeyidîne. Ji ber vê yekê ez dibêjim xewna 25.07 carek din nabînin, ji ber ew li dijî nebûna edaletiya civakî, nebûna elektrîk, xizmetkirin, gendelî, bê karî û gelek tiştên din, siwarê pêlên nerazîbûna xelkê bûne.

Lê ev bi salane hun dibêjin, gendelî heye û hemû berpirs dibêjin, em li dijî gendeliyê ne. Erê kî gendeliyê dike, xelkê asayî. Erê çima nayê çareserkirin?

Gelek giringe ji ber sedema zêde gotina wê meseleyê, niha dijberîkirina gendeliyê di navbera hemû serkirde û mirovên Kurdistanê de bûye nêrînek hevbeş.

Ji bo nehiştina wê çi proje hene?

Bêgûman proje hene. Bihêzkirina çavdêriya darayî yek ji wan projeyane.

‘Nêzîka 50 kes li dadgehê hatine hikumkirin û hinek jî mane’

Kengê wê hêz bê kirin ku hêj gewdeyê wê nehatiye danîn?

Nû çavdêrên siyasî hevgirtine, lê li Silêmanî bê heykel bû. Ez nizanim di çavdêriya darayî ya hevgirtî de çi hatiye kirin. Lê bi berdewamî rûyê wan ê axaftinê li Silêmaniyê ye. Li Silêmanî her li ser bingehê rapora çavdêrên darayî, nêzî 50 kes li dadgehê hatine hikimkirin û hinek jî mane ku dosyeyên wan bên yekalî kirin. Yek ji wan jî waliyê Silêmanî yê berê Dana Ehmed Mecîd e.

Lê Îmad Ehmed dema ku cîgirê serokê hikûmetê bû, di hevpeyvînek a li gel Rûdawê de got, Dana Ehmed Mecîd ji tometan bê gûneh derketiye?

Ew gotina kek Îmad gotinek siyasî bû, pêwîste rojekê wê yekê rast bike.

Noşîrvan Mistefa di hevpeyvînek berê li gel KNK’ê got, YNK’ê em bikaranîn û ji bo Wezareta Bazirganiyê ji destê PDK’ê derbêne û ew yek kir jî. We dixwest ku Goran wekî zextan li dijî PDK’ê bê bikaranîn?

Cundiyanî: Nexêr.

Erê çima wisan got?

Erê çawan bihaneyan ji bo helwest û siyaseta xwe ya şaş bêne? Divê hewara xwe bigihêne hinek tiştan. Me û PDK’ê peymana stratejî heye, di her hikûmetek ê de be. Li Bexda yan jî li vê derê. Em bi tenê bin yan li gel xelkê, çi bû para me, em bi hevre rûdinîn û guftûgoyan li ser dikin. Her çi posta ber me bikeve, em bi pejirandina herdû aliyan edamekê jêre destnîşan dikin. Vêca endamek ê me kêmtir yan zêdetir ji PDK’ê, ev yek dinyayê xirab nake. Em û PDK ne dû hêzîn ku di rojekê gihiştibin hev, tenê ji bo wê meseleyê. Projeyek stratejî ya fireh navbera me û wan de ji bo pêşeroja Kurdistanê heye û teksta wê peymanê jî hatiye belavkirin.

Bi berhev li gel Goran, hun xwe nêzîktirî PDK’ê dibînin?

Cundiyanî: Bêgûman di aliyê siyasî de peymana me ya siyasî li gel PDK’ê heye. Ew jî ew e ku beşek zêde ya binkeya girseya Goran, beşek ji binkeya YNK’ê bû. Ew têkiliyên civakî û hevaltî, ji çiya heya digihe niha, derveyî meseleyên siyasî di nava binkeyên girseya me û Goran de, dostayetî û nêzîkbûn heye.

‘Dibe ku di qonaxekê de hinek corên hesasiyetan ligel YNK û PDKê hebin’

We di dema dû hilbijartinên borî de, çi hest bi wê yekê kirine ku Goran bixwaze hevpeymanê li gel PDK’ê bike û PDK’ê ji we dûrbêxe. Bi taybet jî dema hun ketîn rewşek xirab û Noşîrvan Mistefa ji wê yekê piştrast bû Silêmanî bibe?

Me ev meseleyane hemû li gel birayên PDK’ê bi awayek vekirî guftûgo kirine. Me herdû aliyan tekez li ser wê yekê kiriye ku, emê di qûnaxa niha û di pêşerojeya berçav de bi hevre bin û emê peymana stratejî cîbicîbikin. Dibe ku di qonaxekê de hinek cûrên hesasiyetan li gel YNK û PDK’ê hebin. Lê me karî bi awayek şefal, bi hevre karkirin û rastiya wan hesasiyetan nehêlin.

Mele Bextiyar derbarê civîna hevbeş a navbera we û PDK’ê, piştî kongreya PDK’ê got, em bi awayek eşkere axivîne. Erê heya niha vekiriyek temam navbera YNK û PDK’ê nebûye?

Dema em dibêjin me eşkere axiviye, tê wê wateyê YNK Û PDK’ê li wan navçeyên ku jêre tê gotin, îdareyên dibin destê YNK û PDK’ê de. Hestek li gel endam û alîgirên herdû aliyan hebû ku, rêkeftin nekevin xwar. Em li serokatiya herdû aliyan di wê baweriyê de bûn, daketiye. Eşkere ango em bi eşkere li gel hev axivîn ku, ev rêkeftin baş daneketiye û em çawan dikarin baştir bênin xwar.

Tê gotin ku qaşo têkiliyên li gel PDK’ê bi taybet di vê civîna dawî de gihaye wê astê ku hinek endamên polîtîkborûya YNK’ê projeyek pêşkêşî wan hatiye kirin ku, YNK û PDK bibin yek partî. Tiştên wisan hene?

Nexêr, em bi xetek stûr binivîsin ku tiştek wisan nîne.

We daxûyaniyek belav kir ku tenê gotinên hun dikin, dîtinên YNK’ê yên fermî ne. Ew daxûyaniyê hevdem bû li gel belavbûna hevdînek Kosret Resûl Elî ya di rojnameya Awêne de. Hinek kesan wisan li hev dan ku ev bersiva gotinên wî bûn?

Bi tû awayî ne wisan bû. Belavoka me di encama wê yekê de bû, min li gel gelek rojnameyan axivî bû û min ji wan re gotin, hun dizanin ez berdevkê YNK’ê me. Ez li ser filan meseleyê dikarim nêrîna fermî ya YNK’ê jêre bêjim tû çima ji min napirsî û diçî ji endamek ê serokatiya YNK’ê dipirsî. Dibe ku ne ji wê civînê be ya tû dixwazî derbarê wê de tiştekê bizanî? Dibêje, ji xwe ji ber ku ew hemû tiştê ji me re dibêje û tû ji me re nabêjî. Min got, nexêr ez tiştên fermî ji te re dibêjim. Di encama wê yekê de gelek pirsgirêk ji me re dirûst bûn. Eger tû têbinî bikî, bi berdewamî ew biraderên me yên ku rojname hevdîtinan li gel wan saz dikin, yan jî titşekê jê werdigirin yan jî bi xwe ji tiştekê poşman dibin. Vêca piştre dibêjin, wile gotinên me hatine têkdan û neçar dibin li rojnameya Kurdistanî Nwê yan Xebat rûnkirinekê binivîsin. Ji ber vê yekê ez dixwazim li gel we eşkere bim. Gelek hewldan hat kirin ku, ji Talabanî heta xwarê, birader derbarê wê meseleyên ku derveyî warê şarezayiya xwe, nêrîna xwe nebêjin. Lê ne beşek ji biraderên me dest ji vê yekê berdan û ne jî rojnameyan bi wê yekê têr xwarin ku hewara xwe bigihênin nêrîna fermî.

Hinek caran tê belavkirin ku cîgirê yekem ê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl Elî xwedî helwestek cûdaye û ji hinek siyasetên YNK’ê xeyidiye?

Di siyaseta stratejî ya YNK’ê de ti cûdahiyek navbera Celal Talabanî û ti serkirdeyek din de nîne. Lê li ser meseleyên rojane, nêrînan cûda hene. Ya giring ew e ku em kîjan nêrîn û siyasetê cîbicê dikin. Ev dibe siyaseta giştî ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdisanê. Gelek caran li ser meseleyekê, kek Kosret xwediyê nêrînekê ye û biraderek din xwedî nêrînek dine. Lê di dawî de dibe biryar û em li ser vê yekê çend kar dikin. Ev cihê axaftinê ye, lê ji xwe me kompûter nîne ku em bermece bikin û nîqaşkirina helwestan dirûst dibe. Mixabin gelek caran dema gotinek ji civata polîtîkborûya me yan jî ya partiyên din derdikeve, dibe ku ne biryara dawî be ji bo rojnameyan. Belkî ev dîtineke û di nava danûstandinan de hatiye û nebûye biryar.

Di wê daxûyaniya hevbeş a li gel PDK’ê we li dijî daxûyaniya Goran belav kirî de, tê gotin ku ev nêrîna baskê baz ê nava YNK’ê de bû. Kosret Resûl ne li gel zimanê wê daxûyaniyê bû, ev yek raste?

Dema me zanî di wî alî de gotinek wisan heye, me gelek daxûyanî dan. Mixabin gelek caran rojnameyên Kurdistanê, bi hinek malperên asta wan pir nizim tên xapandin. Nûçeyên wan tênin û dikin bingehên nûçe û raportên xwe. Kosret Resûl serpereştiya wê civînê kir.

 

Back to top button