Polîtîk

ji Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê bo xwenîşanderên Silêmaniyê

Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê nameyekê ji xwenîşanderên bajarê Silêmaniyê re dişîne.

Tevgera navborî bi vê manşetê nameya xwe dest pê dike:
Nameyek ji Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê bo qehremanên meydana Seray li bajarê Silêmaniyê.

Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê  dibêje:

– Ey şoreşgêrên qehreman yên meydana Seray, li ser diyarkirina nerazîbûna xwe berdewam bin û dengên xwe bilind bikin heta hêviyên we bicih bên. Çalakiyên xwe berfireh bikin û ji bona rizgarkirna bakûrê xweştivî (şîmalunaalhebîb) ji her du partiyên dîvelank û revîna pêşmerge û asayîşê gelek nêzîk bûye. Ji bona Îraqê yekbigirin û xebata xwe berdewam bikin, piştî derkirn wan (PDK, YNK. pêşmerge û asayîş), em dê niştimanê xwe ava bikin û dê leşkerê Îraqê yê yekgrtî ava bikin û bi yek dest axaÎraqê bihust-bihust parêzin.

Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê  di berdewamiya nameya xwe de dibêje:
– Belê ji bo şoreşa rêzdar Newşêrwan Mistefa, em wî baş nas dikin, ew xwedî sebir, xweragir û şoreşgêr e û dilsoziya wî ji bo welêt heye, ew şev û roja dike yek daku gelê me li bakûrê Îraqê bi welatê xwe Îraqê re be û bakûr weke beşek ji Îraqê biparêze.
 
Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê di nameya xwe de ya bo xwenîşanderên meydana Berderkî Seray li Silêmaniyê şandî armancaê xwe diyar dikin û ku ji bo van armanca, têdikoşe:

– Rizgarkirina wîlayeta Tamîm (Kerkûk) û hemû bajarên Îraqê.
– Kerkûk bajarekî îraqî ye û dê her îraqî bimîne.
– Derkirina hêzên bi navê pêşmerge, asayîş û daxistina baregayên partiyên xwefiroş.
– Jinavbirina destûra Îraqê û bi tyabetî madeya 140ê.
– Îdareya Kerkûkê bo her neteweyekê ji %32 be.

Ji bo xandina temamiya nameya Tevgera Şoreşgêrên Rizgarkirina Kerkûkê  li ser lînka li jêr bitikîne:

http://www.jabha-wqs.net/article.php?id=14155

Weke tê zanîn beriya çend rojekan Konseya Zanayên Îslamî li Îraqê jî di daxuyaniyekê de piştgirî dabû xwenîşanderên bajarê Silêmaniyê û bang li tevgera Goran kir bû ku ji bo jinavbirna partiyên desthilatdarên herêma Kurdistanê bixebitin.

https://rojevakurd.com/politik/6930-Bang-Newrwan-Mistefa-dike-PDK-YNK-pmerge-asay-Kurdistan-derbxe.html

Back to top button