Polîtîk

Hemû teksta gotara Nêçîrvan Barzanî li Duhokê

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyva xwe de pîrozbayîyê xwe bi minasebeta wê roja dîrokî pêkêşî xelkê herêma Kurdistanê û xelkê Dohukê bi taybetî kir û ragihand, ku îro li herêma Kurdistanê dîsan salvegera du bîrewerîyên girîng û dîrokî ye û yek ji wan, ji dayikbûna Mistefa Barzanî yê nemir e û ewa din jî azadkirina bajarê Dohukê ji destê sistema dîkatorîya Beesî ye.
 
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de got: Xelkê Kurdistanê kariye di rûyê mezintirîn û dijwartirîn sistema dîktatorîya leşkerî de bisekine û nîşan da ku hêza millet hêza herî mezin a li ser rûyê erdê ye.
 
Cîgirê serokê PDK-ê, tekezî li ser wê çendê jî kir, ku şoreş bi rêya serkirdatîya netirs û hekîmane tê kirin, belê bizavên avedanîyê pêwîstî bi hemûyan e pêdivê ye, ku cemawer tê de pişikdar bin.
 
Nêçîrvan Barzanî got: Parsatina azadî û avedanîyê ji peydakirina wê ( bi dest ve anîna wê) pir girçintir (zehmettir) e û pêdivêyî bi karkirineka bêtir heye. Îro hûn dibînin, ku hinek kes hene û tenê behsa alîyên ne erênî (negatîv) û kêmasîyan dikin û daxwaza nehêlana vê desthilatê dikin.
 
Nêçîrvan Barzanî tekez kir,ku bi tenê hûn wek millet û xelkê ew maf heye, ku biryarê bidin.
 
Cîgirê serokê PDK-ê weha jî got, ku rêkevtinnameya stiratejîk a navbera PDK û YNK garantîya ezmona demokratî û yekrêzîya xelkê herêma Kurdistanê ye.
Berdewamiya axvtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: pêwîst e, ku em baş hizir bikin, da ku em sibehê ya xwe û çarenivîsa xwe bi wê dîyar bikin. Ji bo pêşkêşkirina xiztmeguzarîyan kar tê kirin û alîkarî û yekrêzî pêywîst e, heta ku berhem bi dest ve tê û em xwe bigihînin rêza millet û welatên dinên cîhanê.

Îro ji doh xweştir e û bêgoman sibê dê ji eîro xweştir be. Pêdivê ye, ku em Kurdistanê bikin nimûneya jîyana bi hev re ya di cîhanê de. Îro bi hêsanî bi dest ve nehatine, da ku em bi hêsanî ji dest bidin. Îro berhema hemû xelkê Kurdistanê ye û pêdivê ye, ku em hemû bi hev re kar ji bo nehêlana kêmasîyan bikin.
 
Hemû teksta peyva Nêçîrvan Barzanî li jêr bixîne:

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Xelkê Duhoka xweragir û xebatker rêz û silavên gerim bo hewe û hemû xelkê parêzgehê ji Zaxwe, Akirê, Amêdiyê, Sêmêlê, Şêxan û Berdereş ew xelkê çi wextan rêbaza kurdîniyê û xebatê bernedayî.

Îro em du bîreweriyên xweş pêkve sax dikin, bîreweriya peydabûna Barzaniyê mezin ku hemû jiyana xwe bo azadkirin û bextewerkirina gelê Kurdistanê terxan kiribû, li gel bîreweriya serheldana xelkê bajêrê Duhoka xweştivî beramber dam û dezgehên rijêma Bassê, ew rijêma hemû şiyanên Îraqê bikar înayîn bo nehêlana şoreşa Kurdistanê û paşî nehêlana gelê wê.

Li 14ê adara sala 1991  ew şoreşa Barzaniyê mezin xetîra wê helkirî û serheldana hewe pêkgehiştin û bo êkemîn car bi aşikira xelk û şoreş bûne yek û bo hemû dunyayê hate çespandin ku xelkê Kurdistanê dişêt bersingê mezintirîn diktatoriyet û mekîneya leşkerî bigirît û xwe azad biket.

Ev azadiya evro berhemê wê şoreşê û serheldana heweye, berhemê şehîdên me yên ezîze, berhemê xebat û renca pêşmergehên me yên qehremane, berhemê xebata wan ezîzane yên serê xwe danay bo vê rêkê, azadiya evro pîroz bît, serheldana hewe û hemû xelkê Kurdistanê di bihara sala 1991  da çendîn waneyên (ders) ji hejî dane mêjûyê û miruvayetiyê, hewe diyar kir ku hêza gelan mezintirîn hêze, hewe çespand ku gelê Kurdistanê ji kîmyabaranê û enfalan û ji tanik û top û balefiran bi hêztir e, hewe bo dinyayê ragehand mirov bê azadî najît, li serheldana hewe waneyek bi mirovaniy û dilovaniy da cîhanê, ew du sal bû leşkerê rijêma Bassê kîmyabaran û enfal li Kurdistanê destpêkir bû, ew du sal bû leşkerê rijêma Bassê Kurdistan wêran kir bû, bi hizaran kesûkarên hewe bêserûşwên kirrin, lê cemawerê Kurdistanê li şûna tulivekirinê û xwîn riştinê xizmeta serbazên serbixwîn û şkestî kir da ku bi saxî bigehine nav mal û kesûkarên xwe, hewe kurd, li bilindtirîn û mezintirîn astê nîşa cîhanê dan.

Hêjayan

Li bîreweriya serheldana mezin giring e em bîr li berhemê wê bikeyin, em bîra xwe li pêşiniyaza serok Barzanî bînîn dema  daxwaza helbijartinan kirî li sala 1991ê,  wextê viyay şeriyeta şoreşê bi dûmahî bihêtin û şeriyeta dengên xelkê Kurdistanê dest pê biket, di encamê wê da evro em xwedanên perlemanto û hikûmeta herêma Kurdistanê ne, hindî ez agehdar ezmûna Kurdistanê yekemîn ezmûne desthelat bi sîstemê demokirasî dest pê biket, hemû gelan di desthelatê da bi take kesî dest pêkirîye û piştî çendîn nakokiyên navxwe taze hizra sîstemekê demokirasî hatiye kirin, ew mêjû bi biryara jîra serok Barzanî û bereyê Kurdistanî û serok mam Celal û piştevaniya bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bûye.

Xuşik û birayên hêja

Pêdivî naket em gelek behsê mêjûyê bikeyin û her bêjîn azadî û pêşkeftina evro berhemê şoriş û serheldanê ye, lê em bi pêdivî di zanîn du tiştan li bîra hewe bînîn da bişêyin berhemê qurbanî û xebata xelkê Kurdistanê bi parêzîn:
Yekem: Şoriş bi rêberiyekê û hez û viyana çend kesan dihête kirin, lê şorşa avedankirinê û vêragehiştinê pêdivî hemû xelkî ye û  pêdivî bi hizir û karekê rojane ye.
Duyem:  Parastina azadî û ragirtina avedaniyê û pêşkeftinê ji standina wê giringtir û zehmettir e, kanê me çend zehmet û qurbanî bi şoriş û azadiya xwe ve dîtiye, lê pêdiviye em hind jî xwe bo avedankirinê û pêşkeftinê terxan bikeyin û zehmetê pêve bibînîn.

Hêjayan

Gelek behsê kêmasyan dihête kirin, em jî behis dikeyin û me pêştir jî behis kiriye, hûn di agehdarin çendîn bername û pilan bo çareserkirinê hebûn û kar bo dihête kirin, mixabin hindek layen wesa nîşan diden ku di vî welatî da bi tinê kêmasî yên heyin, kêmasî bitinê li vî welatî nînin, gelek başî jî yên heyin pêdiviye em behis bikeyin, fere em evan her dukan pêkve bibînîn, em behsê kêmasyan bikeyin da çareseriya wan bikeyin û behsê başiyan bikeyin da ewên pê rabûyin pitir bihêne handan û baştir xizmeta gel û welatê xwe biken.

Berêzan

Em vekirî dibêjîn, em li gel gotin û aşkirakirina kêmasyane, lê em ne di gel siyasîkirina kêmasyan dayine, em li gel hîvî û daxwaziyên xelkê Kurdistanê dayine, ew hîviyên we hîviyên mene û dê berdewam li gel da bîn, me baweriyeka sabit heye û partên siyasiyên Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNK û hizbên dî yên siyasî bo xizmetkirina xelkî hatîne damezirandit, lê em ne li gel hindê ne ji ber lawaziya kehrebê yan tenseya cadeyekê yan genideliya rêveberekî yan xeletiya berpirsekî hemû destkefit û ezmûnên Kurdistanê bihêne lekedar kirin û hindek deng rabin û daxwaza nemana desthelata kurdî biken, desthelata kurdî desthelata vî milletî ye û bi tinê ev millete dişêt vê desthelatê nehêlît, desthelata herêmê desthelata neteweyî ye û bi dengê xelkê Kurdistanê desthelat wergirtiye, serokê herêmê bi dengên hewe serokê herêmê ye, perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê bi dengên hewe desthelatdar e, biryara man û nemana vê desthelatê girêdayî deng û îrada milletê me ye, ne ku ecindayeka siyasî, evro gelê Kurdistanê ev desthelata Kurdistanê, madem bi rêka dengdanê bûye û madem dengên hewe ev desthelate înaye ser hukmî, pêdiviye evro xelkê Kurdistanê berevaniyê ji dengên xwe biket.Evro ev destelata li Kurdistanê ji ber ku bi rêya dengdanê bûye, ji ber ku dengên hewe ev destelate înaye ser hûkmî, pêdiviye evro xelkê Kurdistanê berevaniyê ji dengên xwe biket. Pêdiviye evro êk parçeya xelkê Kurdistanê berevaniyê ji wan dengan biket yên ev destelate înaye ser hûkmî li Kurdistanê.

Xûşik û birayên hêja

Evro demekê dîrokî ye û pêdiviye xelkê Kurdistanê li astê astengên wê bît. Ev rûdanên evro li Îraqê rû diden pêdivî bi êkrêzî û hişiyariyeka zêde heye, çunku rastewxwe gefa li herêma Kurdistanê û paşeroja wê diket. Evro destkeftên herêma Kurdistanê ewên ji encamê qurbanîdana vî milletî hatîne pêş, heta niha jî bi dirustî nehatîne kunkirîtkirin. Êkrêza milletê me û partiyên siyasî bi taybetî êkirêziya PDK û YNK pêk ve, dê parêzer bît bo çespandina wan destekeftên milletê me xebat bo kirî û qurbanî ji bo dayî, her ji ber vê yekê jî îtîfaqa stratejî di navbera YNK û PDK de pêdiviyeka giring e da bigehîte qonaxeka aram û ewa xebat bo kirî û qurbanî ji bo dayî.

Hêjayan.

Ewa li Silêmaniyê rû day, pêdivî rawestaneka bi rijdî ye, çunku mafê xelkê Kurdistanê ye xwenîşadanê biken û tiştekê siroştî ye li gor qanûnê xwenîşadanê biket, daxwaza pitir xizmetkariya biken di çiwar çuveyê wê qanûna bo li herêma Kurdistanê heye, eve tiştekê zorê siroştî ye û em piştevanên vê yekê ne, lê mixabin hindek layenên siyasî evan xwenîşadana dikene pir bo têkidana rewşa herêmê yan daxwaziyên xizmetkarî bikene yên siyasî em li gel nîn û eve bi çi rengekî nahête qebûlkirin. Em bawer dikeyin pitiriya xelkê Silêmaniyê li gel wan kesan da nînin, çunku ev azadî û aramiya avedaniya herêma Kurdistanê sermayeyê neteweyî ye û pêdiviye her takekê kurd parastina van destkeftî biket.

Berêzan

Em, eva li Silêmaniyê rû day pesend nakeyin, çunku em bawer dikeyin sîstemê karî li vî welatî yê demokirasî ye û sinduqa dengdanê dê birriyarê det kê destelat hebît û kê destelat nebît. Sinduqa dengdanê dê diyar ket kî li ser destelatê bît. Nabît û milletê me jî qebûl naket hindek layenên siyasî nerazîbûna xelkî ji xizmetkariyan yan rengê reftaran hindek kesan bikene kariname bo hindek ecnideyên taybet û take kesî. Destelata herêmê ji xelkê qebûl diket xwe li ser xeletiyekê nerazî ken bo her kêmasiyekê xwenîşadanên qanûnî û şaristanî biken, lê nabît û nabît û nabît û nahête qebûlkirin daxwazkirina mafan bibîte hîvî û têkidana rewşa giştî yan têkidana ezmuna Kurdistanê û xelkê wê.

Xûşik û birayên hêja

 Em dizanîn gelek tişt mayne bihêne kirin. Em dizanîn me gelek bawerî ya temam ya hey milletê me hejî xizmetkirina zêdetir e ji ew tiştê heta niha heye, lê pêdiviye em duhî bînîne bîra xwe, da bişêyin evro biparêzîn û sibehî avedan bikeyin. Pêdiviye em ji bîr nekeyin piştî serhildanê ku bi harîkariya dostên gelê kurd li cîhanê me welatekê wêran û kavlkirî wergirtiye. Me diwazde salan ev welatê wêran bi gumirkan bi rêve biriye, paşî piştî rizgariya Îraqê ji rijêma dikitatorî ji 2003ê  wêve budceyek bo herêma Kurdistanê hatiye terxankirin û heke em hevberkiyê bikeyin ev budceya hatiye terxankirin jî beramber ew wêraniya li Kurdistanê hatiye kirin tiştekê neyê zêde ye. Piştî sala 2004  projeyên stratejî li vî welatî hatîne damezirandin. Welatekê wêran, projeyên stratejî, pêdiviye dem bo bihête danan û bi sanahî tu neşêy berhemê wê bibînî. Evê hemûyê dem û harîkarî divê. Êkrêzî divêt êkdengî divêt heta em bigehîne welatên pêşkeftî li cîhanê.

Hêjayan

Tiştê giring û berçav ew e evro ji duhî xweştir û avedantir e, aramtir e û pitir xizmetkarî ji bo xelkî hene. Eva heta niha bi piştevaniya hewe hatiye kirin em dizanîn ku em li ser rêyeka dirustîn, rêya welatekê azad û demokirasî û welatekê bextewer ku nevîyên piştî me bişên têda bi ser bilindî û azadî û xweşguzeranî bijîn.

Cemawerê parêzgeha Duhokê

Pêşimergên qehreman û xelkê Kurdistanê bi dehan salan xebat bo azadî ya hewe û serferaziya Kurdistanê kiriye. Xelkê Kurdistanê bi hizaran gencên xwe qurbanî evro kirîne. Erkê me hemûyane evro em wê azadiyê biparêzîn. Erkê me hemûyane vê Kurdistanê ava bikeyin, Kurdistanê bikeyine nimûneyeka pêkvejiyan û bexteweriyê bo hemû ew gelên li Kurdistanê dijîn.

Hêjayan

Ez bawer dikem ku hûn dizanin evro bi sanahî nehatiye pêş, da ku bi sanahî evro ji dest bideyn. Evroya me ya kesekî yan girûpekî nîne da bazarî li ser bikeyin. Evro ya hemû xelkê Kurdistanê ye bi netewe û ayînên xwe ve ya her kurdekî ye, pêdiviye em hemû dest li nav dest ezmuna Kurdistanê biparêzîn, pêkulê bikeyin kêmasiyên wê jî çare bikeyin.

Dîsa 14/3  roja serhildana pîroz li bajêrê Duhokê pîroz dikem û hûn bixêrbên serçavan. Piştgermiya me û hêza me piştevaniya milletê me ye. Bê goman hindî milletê me piştevaniya me bît, rêya me bo xizmetkirinê jî dê ya berdewam bît. Armanca me û Partî û mam Celal û serok Barzanî xizmetkirin û pêşvebirina vî welatî ye. Hûn her bijîn bo pêşve û bixêr hatin ser çavan.

Back to top button