Norvêjê vîza neda taximê fûtbola Kurdistanê
Serokê Federasyona Futbolê ya Kurdistanê (FFK) Sefîn Kanebî diyar kir ku, ji ber arîşeya vîzeyê, tîma futbolê ya Kurdistanê nikare beşdarîyê di Kupaya Norveçê de bike ku, dê di meha bê de li Norveçê dest pê bike.
Kanebî ji AKnewsê re axivî û got ku, çend roj beriya niha lîsteya navên lîstikvan û karbidestên tîma futbolê ya Kurdistanê ku, 35 kes bûn, bo wergirtina vîzeyê, bo Balyozxaneya Norveçê li Urdunê hat şandin.
Serokê FFKê Kanebî got:
– Em ji aliyê organîzatorên Kupaya Norveçê ve hatibûn vexwendin, lê Norveçê, vîze neda me û bi vî awayî me nekarî beşdarîyê di kupayê de bikin.
Rahênerê tîma futbolê ya Kurdistanê Ebdulqadir Hisên lid or vê yekê dibêje:
– Rayedarên Norveçê wiha fikirîbûn ku ji ber ku lîstikvanên me ciwan in û dibe ku dema gihîştin wir, birevin û daxwaza mafê penaberiyê bikin û venegerin Kurdistanê.
Hisên got:
– Beşdarîkirin di Kupaya Norveçê de ji bo tîma Kurdistanê pir baş dibû ji ber ku em da sewyeya tîma xwe nas kin