Polîtîk

Daxwiyaniyên Barzanî çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê germ dike

Roja 30.06.2011an, rojnamevanê Tirk yê navdar Hasan Cemal di goşeya xwe di rojnameya Milliyet de bi navnîşana `Top (gok) li aliyê Enqere ye` kurtiya daxwiyaniyên cîgirê serokê Partiya demokrata Kurdistanê (PDK)ê Nêçîrvan Barzanî li ser çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê, gihand raya giştî ya Tirkiyeyê. Çavdêrên siyasî yên Tirkiyê bi awayekî cuda van daxuyaniyan dinirxînin ku, gotûbêj derbarê çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê germtir kirin.

Dawiya meha borî, Hasan Cemal bo cara dûyemîn di hundirê van 3 salên dawî de berê xwe da Qendîlê û digel serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan, piştre jî li Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî hevpeyvîn kirin.

Nêçîrvan Barzanî di wê hevpeyvînê de dibêje ku, pêwîst e Enqere rastiya PKKê bibîne, qebûl bike û plana aştiyê darêje, herwiha bûna serokê PKKê li Îmralî liberçav bigire, hem bo başkirina rewşa wî û hem di gotûbêjên çareseriya pirsa Kurd de, bo Xetîb Dîcle û parlamenterên girtî li ser pirsa KCKê, divê pêngavên baş bên avêtin, niyeteke baş beramber penaberên kampa Mexmûr bê nîşandan û bêbaweriya di navbera herdû aliyan de neyê hiştin.
 
Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje:
– Niha top li aliyê Enqere ye, derfeteke zêrîn bo aştiyê heye û divê pêngava yekê ji aliyê Enqere destpê bike.
 
 Parlamentera bajarê Sêrtê û hevseroka berê ya BDPê Gultan Kişanak peyamên Nêçîrvan Barzanî wiha şirove dike ku dû beş in:
– Beşekî wan mirovî û wîjdanî ye û beşekî dî jî peyameke siyasî ye.
– Da ku gelê Kurd bigihe mafên xwe û şîdet nemîne, ev peyam mirovî û wîjdanî ye, lê aliyê siyasî yê vê peyamê ew e ku heya Tirkiyê aram nebe navçe û Rojhilata Navîn jî aramiyê nabînin. Lewma peyamên birêz Barzanî giring bûn.
 
 Mamosteyê zanîngeha Bilgi li Enqere û pisporê pirsa kurd Dogu Ergil, peyama Nêçîrvan Barzanî bi vê qonaxa nû ve ku Tirkiyê têda derbas dibe, girêdide û ji Rûdawê re dibêje:
– Hevdîtina Barzanî digel Hasan Cemal piştî hevdîtina Karayilan tê. Ev nîşan dide ku guherînek li ser polîtîka Qendîl derbarê çareseriya pirsa kurd de, tê têbînîkirin. Di heman demê de îşareteke jî li ser wê yekê ku hevsengî guherî ne û çênabe bi riya hevsengiyên kevin hewldana çareseriya pirsa kurd bê kirin.
 
Lê bi baweriya profesor Baskin Oran, berê peyamê li AKPê û Erdogan e daku, ew bêyî jidestdana demê, hewldanên ciddî bikin bo çareseriya pirsa Kurd:
– Her çiqasî serokwezîr Erdogan û partiya wî dengên zêdetir di hilbijartinan de bidestve anîn, lê li başûrê rojhilat rêjeya deng û kursiyên AKPê kêmtir bû, sedemê vê yekê jî bêbaweriya kurdan bi AKPê bû; lewma Barzanî ji Erdogan re dibêje eger vê carê pêngavan bo çareseriyê navêjî, êdî ne tenê Kurdên Tirkiyê lê baweriya Kurdên Iraq û cihên dî jî ji dest didî.
 
Baskin Oran wiha berdewam dike:
– Ew peyama ku dibêje top li aliyê Enqere ye tê wateya ku Erdogan yan baweriya hemû Kurdan bidestve tîne yan baweriya hemûçkan wenda dike.
 
 
Gultan Kişanak, peyama Nêçîrvan Barzanî bi bûyerên ku di çend rojên dawî de derketin girêdide û dibêje:
– Bi zimanekî nerasterast tekez dike ku pêwîst e gotûbêj digel Ocalan bigihîjin qonaxa rêkkeftinê. Di heman demê de daxwazê ji hikûmetê dike ji wilo zêdetir xwe dûrî vê pirsê neke û bê ser xetê, çimkî tenê hikûmet dikare pirsgirêkan çareser bike. Di vî alî de gotinên Nêçîrvan Barzanî xizmeta aştî û çareseriyê dikin.
 
Lê li gor Dogu Ergil, divê aliyên têkildar pirsiyarê ji xwe bikin ku, ji ber çi berî çend salan Nêçîrvan Barzanî nedigot top li aliyê Enqere ye, çimkî wê çaxê pêwîst bû derfet bo AKPê bê dayin, lê îro her kes vekirî dibêje ku hevsenga berê nemaye û weke Barzanî dibêje derfeteke zêrîn li ber dest e.

Back to top button