Nivîskarên kurd nijadperestên tirk şermezar dikin

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd di derbarê serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye û helwesta Rojnemevan Emin Çolaşan û nijadperestên tirk de ji bo Raya Giştî daxûyaniyek ragihand.Daxûyanî:


JI RAYA GIŞTÎ RE!Nîjadperestê Tirk Emîn Çölaşan, bi minasebeta serlêdana Serokê Kurdistana Federal birêz Mesûd Berzanî ya Tirkîyeyê, nivîsek ji exlaq, sîyaset, rojnamegirî û mirovahîyê bêpar belav kir û di vê nivîsa xwe de bêrêzî û heqaretek mezin li serokê Kurdistanê û Alaya Rengîn kir.Wek tê zanîn di serlêdana birêz Mesûd Berzanî de, dewleta Tirk li balafirgeha Stenbol û Enqerayê, alaya Kurdistanê li dar xistibû. Gelek tirkên nîjadperest li dijî vê helwesta dewletê rawestîyan û bi hovîtiyek nîjadperest gelek neheqî li Serokê Kurdistanê û alaya rengîn ya Kurdistanê kirin. Yek ji wan nemirov, kevneperest û nîjadperestan jî Emîn Çölaşan bû.Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, helwesta nîjadperestên tirk û nemaze helwesta xiltê kor Emîn Çölaşanî şermezar û ruswa dike.Divê hemû dewletên kolonyalîst û nîjadperestên wan bizanibin, ku êdî tu hêz û quwet dê nikaribe li Başûrê Kurdistanê pêvajoya serxwebûnê rawestîne. Helwesta serxwebûna Kurdistanê, sererastkirina çewtîya dîrokê ye û gelên Kurdistanê dê vê neheqîya dîrokî sererast bike.Neteweya Kurd, bi hemû pêkhatîyên Kurdistanê, dê dewleta xwe ya serbixwe ava bikin û dê miradên nîjadperest û kevneperstên tirk, ecem û ereban di qirka wan de bimîne.Êdî ne dûre ku alaya Kurdistanê, Alaya Rengîn jî di nav alayên dewletên serbixwe de pêl bide; êdî ne dûre ku kursîya nûnerê Kurdistana serbixwe li Neteweyên Yekgirtî de, cîhê xwe yê bi rûmet bigre.Hewildanên nîjadperestên dagîrkeran, nîşana tirs û xofa wan bi xwe ye. Helwest û misogeriya ji bo serxwebûna Kurdistanê,  nîjadperest û dagîrkeran har û hov dikin û wan bêtir dixîne nav tevger, plan, fen û fûtên qirêjî.  Kuştin, komkujî, talan û hemû awayên tundrewî dê nekaribe pêvajoya serxwebûna Kurdistanê rawestîne. Helwesta nîjadperestên dagîrkeran beyhûde ye, lewra, Serxwebûna Kurdistanê ne dûr e!Li hemberî hemû helwest û planên nîjadperest û dagirkerên Kurdistanê û ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk em refên yekitîya neteweyî û aştîya navxweyî xurt bikin!Tiştek ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tuneye!KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊwww.niviskar.se 

Nerîna min :