Nivîsar

Nivîskarekî Ereb piştgiriya serxwebûna Kurdistanê kir

Cîhad Xazin nivîskar û rojnamevanê diyarê Ereb li gotara xwe ya dawî ya li rojnameya El Heyata Londonê piştgîriya xwe ji bo dirust‌bûna dewleta Kurdistanê ragihand.

Xazin li gotara xwe ya li rojnameya El Heyat de bi navê ”Ne ji wê neteweyê me“, gileyiyeke zêde ji neteweya Ereb dike û ew wiha bawere ku neteweya wî berdewam li cîhanê de li nav şer û malwêrankariyan de maye.

Li beşekî gotara xwe de Xazin di derbarê Kurd ve dinivîse:”Ji wir ve tomar dikim ku ez li navçeyên Kurdên Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê piştevaniyê li dirust‌bûna dewleta Kurdî dikim. Tenê ew rûbirûyê teror û terorîstan bûne û bergiriyê li xwe kirine. Ewan selmand ku ew ji bo desthilatdariyê gelek amadene.“

Cîhad Xazin ku kardaneweyeke zêde li wê gotara wî heye, ew bi xwe Lubnaniyekî bi resen Filistîniye û hilgirê regeznameya Brîtanya ye û niha jî li Londonê dijî. Li gotara xwe de behsa ewe dike ku bi Ereb ji dayikbûye. Sedema ragirtina nasnameya Erebî jî vedigerê dibêje ”Ez ne ji neteweyekim, ku nimêjkeran li mizgeftan dikujin, geştiyaran li muzexaneyan dikujin, şûnewaran têkdişkînin, keçikan jî bi kole dibin, êrîş dibine ser bêgunahên li nav dû avahiyên bazirganî li welatek, li welatekî din jî êrîş dikin ser molek, li giravekî geştiyariya li welatekî din jî xelkê dekujin“.

Back to top button