Nivîsar

Nirx

 
Qijikek, parçeyek goşt di dev de hat li ser darê nîş bû. Roviyek jî hat bin dêr. Rovî pir birçî bibû. Ji kevir nermetir çi têketa devê wî, dê bixwara.

Serê xwe bilind kir û ji kêfa xwe teriya xwe bi vir de û bi wê de li ba kir, hêjand. Ji bayê teriya wî ya pirçdirêj toz bi aliyê qijikê bilind bû. “Bi rastî heta ku min çûk û goşt nedîtibûne, birçîbûna min neket bîra min. Lê ka ez ê çawa vî goştî ji devê vê qijika gijgijok, dirinde ve derxînim, Lawo!” wisan xwe bi xwe got.

Rovî çend caran destê xwe avêt wê, lê qijik li cîhekî bilind venişîbû. Ji nêza zikê xwe, ji kelecana dilê xwe ve hêz jî di rovî de nema bû. Dîsan bêhemdê xwe, xwe holî hewayê dikir, dikir nedikir lê bi ser nediket. Dît ku wisan bi holbûn û li dû qijikê ewarebûnê ve nabe, giş berhewa ye. Divê bi dengekî şîrîn, bawerdayîn, germ û xweş ve qijikê qanix û dilxwestîn bike. Bi dengekî nerm û dilbîn gotê; “Rooj baaaş, keça xweşik! Keça nazend, tu çi qas çûkeke rind î wisan! Wey mala min ma ji bo çi tu bi tenê yî? ”

Qijik çend carên din ji ber ku wî dîtibûye û wî baş zanibûye, jê netirsiya. Dixwest wî bibersivîne, lê goştê di devê wê de jê re dibû asteng. Ew jî birçî bû. Wê, goşt ji bo firavîna xwe re ji govenda li gund ve ta vir anîbûye. Dixwest bi dilcoşî, bi hêsanî li cîhekî bêdeng, ewle û aram ji xwe re  bixwe, niha goşt jê re hatibûye diyarkirin.

Rovî wê naskiribûye, zanibûye ku çendî dilgerm e, dilrehm e. Nikaribû xwe li bergotinên xweş, dilbîn rabigre. Bi ser de çû. Dev ji wê berneda. Çavê xwe bera wê û diyariya wê dabû carekê. “Hitil, mitil ez ê wî goştî bixwim. Bi ser de ku têkeve destê min, ez ê qijikê jî bi noş têkim zikê xwe,” wisan fikirî. Rovî bêrawest mejiyê xwe dixebitand. Destên xwe avêtin şaxên dêr û şax hejand. Ji darê ve tenê çend pel ketin erdê. Rovî hêrs bû. Roviyê çavsor û çavbirçî, bi lez û bez hilkişiya ser dêr. Qijik kete gumanan, tavilê ji cih xwe ve firiya, çû ser dareke din, li şaxekê nîş bû.

“Nîna… nîna nîna, ha nîna…Qiiaax…qiiaaax… bûk çû ser nivînan… nîna… ha nînaaa, qiaax.. qiiaax… de were.. de were berxo, qiax, qiax.. de were ha,” goşt di nava pencê wê de, dikeniya û hey dikeniya. Pîrqîniya wê digihişte ezmên. 

Rovî bi dengekî nermîn, dilşa weku qet hêrs nebûye, li ber Qijikê digeriya:

“Keçika rind! Min tu nasnekirî. Gelo tu kî yî? Tu keça kê yî? Hela binêr lo, ew biriqandin û rewşa perikên wê çi qas balkêş e! Rengîna min î xweşik! Bi xwedê li gel te tawis û şalûl jî wekî pîrebokan dixwînin. Ma tu zanî, ez ji te pir hez kirim. Ka were lê, em bi hev re henekan, galegaliyan bikin lê, di ev jiyana me ya kin de. Hela were xwarê hevala xweşik.”

Qijik hê jî bi ken çeng û baskên xwe vedikirin û digijgijî… nayêêm nayêêêmm… qiaaxxx… ez keçika gundî me… qiax, qiax.. .nayêm hevalo… cihê min rind e. Bi rêya xwe de biçe heyran. Ji min biqere.

Herku diçe ji birçîna ber çavên rovî reş û tarî dibû. Qazeqaza zikê wî bû. Qajîn ji zikê wî ve dihat. Mîna ewrê tijebaran, nava wî diguregurî.

Rovî bi dengekî şîrîn û bergerîn:
“Hevalê! Ka were lê, bi Xwedê dikî, de were lê, bi vî dengê xwe yê zelal ve ji min re stranekê bêje! Hê niha min tu naskirî haaa. Pir dixwazim careke din ew dengê te yê zelalî şêrîn bibihîzim. Ma tu jî naxwazî vê sibekê stranekê bêjeyî ji mamê xwe re? Dengê te ji kerikên guhên min neçûne. Hê jî ez heyrana dengê te yê xweşawaz im. ”

Qijik bi dilxweşî û ji xwe bawer:

“Qey tu rast dibêjî mamê rovî. Bi rastî jî di vî welatî de tu kes wekî min nikare stranên evîndarî bêje, ma kes kare ha? Mîna Eyşe Şên distrêm. Haah tew dengê bilbila qûnpîsik, an şalûla gewrik û gemarî jî xweş e, hema bi navê Xwedê wîtandinên wan ne wekî min in….. tu çi dibêjî mamo?”

“Çi bêjim qîza min. Hema wek te got heye. Tiştê ku ez zanim, hema tuuu deng di ser dengê te re tuneneeenee. Her lawir bi dengê te yê zelal ve ji ser hişê xwe ve diç. Tew ez, ez hema ji hiŞ û ji raman ve diçim. Sermest dibim û diçim.”

Qijik, deh roj berê di govendekê de çend stranên evînî gotibûn. Yên li hawîrdor li dengê wê yî zelalî şîrîn matmayî mabûn. Heta sibê di şahiyê de stran gotibûn. Ciwan û evîndar li wê guhdar kiribûn. Di dawiya şahiyê de xelatek dabûnê. Ew xelat jî niha di devê wê de bû. Ji ber vê jî qîm nedikir ku hema bixwe. Dixwest kêfa wê diyariyê derxe. Ev diyarî ji bo wê pir bi nirx bû. Ev cara yekem e ku diyariyeke wisan wergirtibûye…

Qijik çend fir li xwe dan. Li ser neh, deh darên din danîn. Daket, di bin daran de geriya. Carekê daket nava gihê, goşt danî erdê, çend nikul li nava êx da. Bi mabesta peydakirina çend kurmikan ve hey geriya, ji gurmegurma dilê xwe û gumana ji rovî ve hîç kurm peyda nekir. Belkî hebûn lê ji tirsa rovî xurek nedîtin. Ew jî wekî rovî herke dem dibore birçî dibûye. Ji nêza ve hiş jê ve diçûye. Pejnek û dengek wê veciniqand. Netebitî. Hema firiya, çû ser şaxeke têrpel û nişiya. Bi baldarî li derûdora xwe nêrî…

Rovî bi hêrs û hêvîşikestî li qijikê digeriya. Sergêjî bûbû, ji hiş ve çûbû. Lê qijik jî bi xwe nedikir. Xwe ranegirt, dest bi stranê kir, gula min, gula min… qiiax… Şêrîna ber dilê min… qiiaax… Rovî hema guhê xwe bel kirin, li hawîr guhdarî kir. Ber bi dengî ve bi lez û bez beziya.

Di vê navberê de, qijika hişçûyî goştê xwe li jêr ji bîr kiribûye û firiyabûye. Qey şansê wê hebû ku rovî jê ve dûr bû. Piştî stran qediya û hiş hatê, xelat hat hişê wê. Heman gav li erdê nîş bû. Lê ew goştî nedît. Dilê wê dikutekutî. Ji nêza û ji tirsan ber çavên wê tarî dibû. Xelat ji destê wê çûbû û bi ser de jî bêfiravîn mabû. Niha birçî ma. Gelekê li ber ketibû. Bi lez li hêwir geriya. Lê lêgerîna wê berhewa bû. Goşt ketibû bin pelekî hişk ê di rengê goştî de. Xemgîn bû. Ew ê a niha  li ber diyariya xwe biketa, an wê li ber birçîbûna xwe biketa…

Rovî gav bi gav li wê nêz dibû. Gava çav li wê ket av ji devê wî hat. Dilcoşî bû. “Oxxxx… ooxxxx.. ha, ha nîna… nîna nîna yar nînaaa! Nika tê bi ku de biçî, lêêê. Oxxx…oooxxx…! Tam jî li gora devê min e ha. Niha çi bi çêjn e. qehpik çi jî qelew e. Tiştê lê digeriyam û dilbijiyam va niha li ber lepên min e. Hela rawest kerêêê. Ez ê te nika bi goşt re çawan xweş, xweş bixwim. Oxx, oxxx. Derfet ji destê te çûûûû… çûûûû…” bi coş û bi çargavan ber bi wê ve beziya. Wekî melkemot, ruhstîn lê nêz bû. Çar, pênc gav mabû nemabû qijik, piŞtî lêgerîneke bi dijwarî, bi lezîn bi tirs û bi xof goşt dîte, tavilê goşt xist devê xwe û firiya. Li ser dareka biçûk î nizm nîş bû. Lê gurmegurm, terpeterpa dilê wê hiş ji serî ve biribûye. Hilkehilka wê digihişte guhê rovî. Bi berxwedaneke mezin ve rizgar bûbû, vê carê jî…

Rovî yê mezxel, mizawir wekî ku tiştek nebûbe, nedûtiye, nebihîstiye; “Keçika rind, ma tu çûbû ku?” wisan pirsî. “Ji ber kovaniya te ez ê dîn û har bûbûma. Min ji xwe re “ax axxx, ku niha ev keça rind î delal li vir bûya wê ji min re çend sitran bigotana, yarî bikirina, ev kovaniya dilê min, ev xemgîniya min ji holê ve dê rakira. Gelekî min bîra te kiribûye. Ev çend roj in ku min tu ne li tu şahî û ne jî li tu govendan nedîtibûyî. Ji ferma xwe re ji bo birayê xwe, bi vî dengê xwe yî zelal sitranekê bêje… de ka bêje lê. Ji kerema xwe re fermo. Vaye ez li ber te jî digerim û çong didim erdê. De nazdariya meke lê, ka vî dilî geş bike.”

Ji bo wê bixapîne, qanix bike çi jê ve hat texsîr nekir û kir. Qijika diltenik î dilrehm li ber gotinên ew qas nazdar, dilxweşkirin hew karibû xwe rabigirta. Paşê devê xwe vekir, dest da ber guhê xwe, bi awazeke zelal dest bi sitrana Siyabendî kir. Sitran wisan dilşewat û dirêj bû ku carina qiaax…qiaxx…qiewww…qiewww… qiixk, qiixk wisan di ber dev re derdiket, pir betilî bû. Ji ser hişê xwe ve çûbû. Drêjbûna sitranê, goştê ku danîbûye kêleka xwe, ji ser şêx ket xwarê. Rovîyê ku ji zû ve li jêr amade bû, li hewa goşt zeft kir û di carekê de daqurtand… li kêmaniya min nenêr xwişkê, wî bi Xwedê min got ku qey te ji min re goşt avêt ha. An na qet dixwarim. Ji xwe ez têr im. Bîstik berê zikê xwe têr kiribûm. Li min bibore. Qijik ta êvarê birçî û xemgîn ma…

Keda Xelef çû ber telef…

Goşt ji bo qijikê, ji bo paşêrojê, ji bo îroj pir bi nirx bû. Ev diyarî ya bi qîmet û bi nirx, ji ber zimanê xapandok, mizawirê rovî wisan bi rehetî û bi erzanî hat windakirin…

Ev ziman, ev zimanê biyan ku timî nerm û nazdar e, şêrîn dixuye, an wisan diyar dibe, an wisan bi me tê, nizanim ji bo çi kesin zû pê bawer dibin, pê ewle dibin. Wisan dem tê ku rizgariya xwe li ba wan zimanşêrînan dibînin. Lê piştî ji ew xeberxweşan tê bawerkirin jî radestî, teslîmiyet û xayintî li dû tê. Jiyanek a gemar, a qirêj di dehatûya radestiyê, teslîmiyetê de veşartiye. Ev qirêtjiyan, ev ziqûm, jehra ji bo kesinan şêrîn e, ev jiyana bi qirêj, têrşerm mîna hungiv şîrîn tê. Domandina jiyanxweşiyeke derewîn e.

Carina jî poşmanî pêk tê mixabin dereng tê. Derfet ji dest çûye. Rûmeta te ketiye bin lingên zimanşîrînan, xapandokan. Ku bê xwestin jî nema dikare bi dest bike. Derfet carekê dikeve dest.

Divê her û her tu ji xwe hay bî, Şiyar bî. Ji nîjad, netewe, esl û fesla xwe ve bi dûr nekevî. Divê bi mejî û bi hişê xwe ve tevbigerî. Ji dil û his ve tu biryaran nedî. Biryarên pir bi nirx, di cih de ji hiş, ji mejî, ji aqil û ji hiş ve tên. Her tim di dahatûyê de astengî derdikeve, wê derkeve jî. Yê ku bi hişê xwe bilive, tevbigere û birêkeve ew nayê xapandin!

Qijika dilgermî şîrîn jî fêr bû ku, ew li nirx û xelatên xwe xwedî dernekeve û wan neparêze, wê wisan bê xapandin, an xwe bixapîne û wê wan bi erzanî winda bike. Nirx, diyarî careke din wisan bi hêsanî nakeve dest…

Zaroknon hûn nirx û xelatên xwe diparêz in, ne?


Mehmet Tekçe

Back to top button