Polîtîk

Baş bû ku dewleta kurdî çênebû

Ayşe Gokkan seroka bajarvaniya Misêrbînêye. Ew ji eslê xwe ji Ruhayê ye. Lê BDPê ji ber ku ev xanim gelekî girîng bû, anîn Misêrbîne û kirin seroka bajarvaniyê.

Ayşe Gokkan di bernameyek ya Stêrk Tv de amade bû. Xanima zane di derbarê Rojavayê Kurdistanê de dîtinên xwe digotin.

Ayşe Gokkan di beşek axavtina xwe de behsa Kurdistanê û dewletbûnê kir. Di dawiyê de ya di dilê xwe de derxist û got:Baş bû ku Kurd nebûn dewlet.

Li gora agahdariyên destme ve hatîn, gelek xelkê bajêr yên hevalbendên BDPê jî di nav de ji vê gotina Ayşe xanim aciz bûne. Lê acizbûn tu feydeyê nade. Li Tirkiye û Kurdistana Bakur piştî 7 mehên din hilbijartin hene. Ihtimala ku BDP ji bo van gotinan Ayşê Gokkayayê xelat bike û ji cihek baştir jî bike kandîdat gelek e.

 Lê niha di vê derbarê van gotinan de helwesta BDPê girînge. Gelo dê Ayşê bikaribe bersiva xelkê Misirbînê bide. Bersiva xelkê îstifa Ayşe Gokkan e.

Back to top button