Nivîsar

Nêzikbûna Başûr û Bakur ji hev dûr e

Dara BilekTevgera azadixwaz a Kurdistanî li her beşek yê Kurdistanê xwedî taybetmendiyeki ye. Piraniya cara aliyên siyasî li beşek yê Kurdistanê bandora xwe li beşek din dikin û heta radeyekî xeta xwe ya siyasî li beşek din jî ava dikin.Dema mirov berê xwe dide dîroka siyasî ya Kurdistanê, dixweyê ku, bi destpêkirina şoreşa Îlona pîroz di serokatiya Barzaniyê nemir de, bandora Barzanî û PDKê li hemû beşên din heta li Kurdin deverên din jî bi awek erênî bûye.Kurd bi dengê vê şoreşê hişyar bûn, hestên netewî pêşketin. Her kurdekî bi awayekî xwe di şoreşa Îlonê de didît û bi awayekî li dora vê şoreşê yekitiyek netewî pêyda bibû.Vê yekê heta sala 1975ê dewam kir. Piştî têkçûna şoreşê û taybetî bi bihara sala 1976ê di siyaseta Kurdistanê de qonaxek din destpêkir û siyaseta kurdî ji nûve hate dizaynkirin.Tevgerên nû peyda bûn û destpêkir hêdî siyaset li gora îdeolojiya hate avakirin. Dewletên herêmê bi xwe ji bo berjewendiyên xwe pişgirî dan avakirina hinek rêxistina û hinek jî bi xwe avakirin.Her partiyekî li gora xwe siyaseta xwe berdewam dikir û hewldida ku li beşên din hevalbendên xwe bi hêz bike.Taybetî sala 1983ê cureyên hevkarî û hevalbendiya ku ne li ser bingehekî rasteqînê hatên çêkirin û zedehiya destên derve di nava tevgera kurdî de bû sedemek nexweşiyê di nava hêzên siyasî de.Gelek caran hinek hêz nezî hev bûn lê demek kin de şerê hev kirin. Yanî pîvana hevkarî û dijminatiyê benek xav ve girêdayî bû.Di qonaxa ku em tire derba dibin rewş ne cudaye. Pîvana ku du hêz nêzik hev dibin yan jî ji hev dûr dikevin yan jî şerê hev dikin ne sedemên siyaseta Kurdistanê tenê ne. Sedemên welatên cîran û rêvebirina siyasetek girêdayî welatên ku Kurdistan dabeş kirine role bingehîn dileyze.Dema mirov li vê tabloyê dibîne mercên ku aliyên kurdan werin ba hev û bîr û baweriyekî li gel hev li gora berjewendiyên nîştimanî mil bidin hev ne ji mimkinateye.Kêmasî di roja med de welêye.Dema mirov behsa aliyên siyasî ku karine bandora xwe li beşên din yê Kurdistanê bikin, navê sê partiyan derdikeve pêş. PDK, YNK û PKK.Di qonaxa ku em têre derbas YNK aloz bûye û PDK û PKK li pêş e.Li aliyê Kurdistanî û netewîbûn û herweha siyaseta ku jib o Kurdistanê tê rêve birin ji pîvanê derketiya, û îtifaqên herêmî û bi hêzbûna desthilatê bûye bingeh.PDK li Kurdistanê nûnertiya xeta netewî dike. Lê mixabin siyaseta ku taybetî li Rojava û Bakurê Kurdistanê rêve dibe ne serkevtiye. Hevalbendên xwe baş hilnabijêre û cureyê pêwendiyan ne başe.Baweriyek peyda dibê ku PDK bi awayê pêwist giringiyê nade cureyê van pêwendiyan. Ev yek roj bi roj bandora PDK va herdu beşa li ser xelkê kêm dike.Ji aliyek din PKK girêdayê hinek welatên li herêmê siyasetê dike û siyaseta xwe li ser dijitiya PDKê ava dike. PDK çikas hewldide ku nexweşiyek peyda nebê jî, lê PKK vê niyeta PDKê suîstimal dike.Hêzên wek YNKê û Goran ji bo dijitiya PDKê bikin hevalbendiya PKKê dikin. Kurtahî li Kurdisrtanê du eniyên siyasî peyda bûne.Îro ne vekirîbê jî siyaset li gora vê tê kirin. 

Back to top button