Rewş ber bi serxwebûna Kurdistanê ve diçe
The Wall Street Journal rojnemeya Amerîkî li ser rewşa Kurdistanê şiroveyekî dike.The Wall Street Journal bi vî awayî dest bi şiroveya xwe dike: “Êdî dema nûçeya xweş e bo kurdan. Ew gelê ku ligel trajedya û karesatan de jiya ye heta ku gihîştiye rewşa serkeftinê.”Li Iraqê kurd li hember êrişa Dewleta Îslamî de sekinîn û sûd ji rewşa vekişandina artêşa Iraqê wergirtin û bajarê Kerkûkê yê ku nakokî li ser hebû, kontrol kirin û hemû bîrên wê yên petrolê bi dest xistin.Rojhilata Navîn ji ber nakokî û kînên olî wêran dibe, lê kurd xaleke kêmwêne ji ronahiyê pêşan didin û çîroka serkeftina wan piştevanî û hevxemiya welatên rojava bi dest aniye. Berevajî navçeyên din ên Rojhilata Navîn, tevahiya tevgerên sereke yên kurdan nêzîkî rojava ne.Di dirêjahiya rapora The Wall Street Journal de hatiye ku, bihara erebî, destpêka rabûna kurdan bû. Rabûnek ku nexşeyek nû ji sînorên berên ên navçeyê re çêkiriye.Balyozê berê yê Amerîka li Iraq û Sûriyê, Ryan Crocker ragihand: “Bûyerên Iraq, Tirkiye û Sûriyê bi awayekî berçav bandora xwe li pêgeha kurdan li Rojhilata Navîn kiriye, bi awayekî ku wan ji serxwebûnê ve nêzîk dike. Serxwebûna kurdan dibe ku perçebûneke heta hetayî ji Iraq û Sûriyê re bîne û bibe çavkaniyeke din bo nearamiyê li navçeyê.”Dijminê hindur û derve yên kurdanThe Wall Street Journal behsa peymana Sevrê û şansê serxwebûna Kurdistanê di wê demê de dike, ku piştre ji aliyê Ataturk ve hat şikestin û wisa lê hat ku Ataturk nema hebûna neteweya kurd nas bike.Piştre behsa nakokiyên navxwe yên kurdan dike, ku gellek caran sedema lawaziya pirsa kurdî ye. Bi awayekî ku ji sala 1982an de serokê berê yê Iraqê, Sedam Husên gotiye ku, ew ji kurdan natirse ji ber ku ew di navxwe de belawela û nakok in. Pêşkeftinên BaşûrEw rojnameya Amerîkî ezmûna kurdan li Başûrê Kurdistanê wek tiştekî bawernekirî (muicîze) bi nav dike, ku karine karûbarê navçeyên kurdî li Iraqê kontrol bikin. Ew jî wek pêşketinên piştî sala 2003ê ku wek çîroka serkeftinê tên dîtin, bi taybetî ji aliyê rêveberiya deverên xwe ve, ku di heman demê de navçeyên din ên Iraqê wêran bûne.Herwiha rojname dibêje, yên ku Kurdistanê diparêzin Hêzên Pêşmerge ne, ku rê nadin artêşa Iraqê ku derbasî nav herêma wan bibin. Welatiyên welatên rojava dikarin bi bêvîza û bi rêya balafirê biçin Hewlêrê. Ala Kurdistanê li ser Keleha Hewlêrê bilind e. Kurdî, zimanê axaftinê ye li her derê, ku piraniya xelkê nizanin bi zimanê erebî biaxivin.Kobanî wek qonaxeke girîngThe Wall Street Journal piştî ku behsa kontrolkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve dike, amaje bi êrişên DAIŞê li ser bajarê Kobanî dike. Bajarê Kobanî yê ku hevpeymaniya navdewletî kişand xwe û piştre kurdan ligel hêzên hevpeymaniyê karîn DAIŞê li wir bişkînin û piştre jî karîn bajarokê Girê Spî yê stratejîk ji kontrol bikin û çekdarên wê rêxistinê ji wê herêmê dûr bixin.Di rapora wê rojnameyê de, Kobanî weke sedema kêmbûna dengên AK Partî li Tirkiyeyê hatiye nîşandan. Ji ber ku di xula berê de, ji ber çaksaziyên derbarê pirsa kurdî de, gellek kurdan dengê xwe dan wê partiyê, lê piştî şerê Kobanî hevseng hat guhertin û kurdan dengê xwe dan partiya xwe. Di dirêjahiya şiroveya xwe de, rojnameyê tekez kir ku, bûyerên navçeyê sûdekî mezin dane kurdan û dijminê kurdan lawaz kirine.Parêzerekî kurd li Amedê bi navê Tahîr Elçî ji The Wall Street Journal re wiha gotiye: “Berê, dema ku kurdan daxwaza rêveberiya xwe dikirin, ereb, tirk û farisan bi temamî li dijî wan disekinîn, lê niha êdî ew yek bi dest hatiye. Êdî şîeyên Iraq û Îranê nikarin ligel suniyên Tirkiye û DAIŞê bo lêdana kurdan destê xwe bidin hev. Di wê navê de kurd bûne desthilatekî siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn.” Rojnameyê bi girîngî behsa kontrolkirina Girê Spî ji aliyê PKKê ve dike, ew jî bo yekgirtina herêmên kurdî û qûtkirina navçeyeke girîng bo hatin û çûyinê di navbera Tirkiye û Sûriyê de.Heman rojnameya amerîkî dibêje, sekulerbûna PKKê û girîngîdan bi jinan di nava refên xwe de, bala xelkên rojava li dijî kevinperstin DAIŞê dikşîne, lewma hejmarek xelkên wan welatan ku ne kurd in jî, tevlî şervanên PKKê bûne. PKK- Sekulerekî tekrewHerwiha di şiroveya rojnameyê de amaje bi tekrewiya PKKê hatiye kirin, ku li Sûriyê çalakiyên partiyên din ên kurdî sînordar dike, bi taybetî çalakiyên wan partiyên ku nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.Wî parêzerê ji Amedê wiha gotiye: “PKKê pêngavên girîng bi aliyê demokrtîbûnê de avêtiye, lê ew karê hevbeş ku li navçeyên kurdan li Iraqê heye, li navçeyên kurdî yên li Sûriyê nayê dîtin. Ew jî ji ber ew tekrewî û akrên PKKê ye, ku ew jî pirsgirêkeke mezin e.”Nakokiyên navxwe yên kurdanThe Wall Street Journal di rapora xwe de tekez kiriye ku, belavbûna kurdan ji aliyê siyasî ve û nebûna yekîtiya di navbera wan de, di şerî li dijî DAIŞê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê de girêkekê li pêşiya wan dirust dike.Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir ji wê rojnameyê re amaje bi nebûna hêzeke leşkerî yekgirtî dike û dibêje, niha Hêzên Pêşmerge li eniyên pêşî yên şer jî bi ser 2 partiyan de dabeş bûne.Herwiha berpirsê Tevgera Goran, Celal Cewher ji wê rojnameyê re gotiye: “Rewşa derve niha ji her demê zêdetir baştir e bo serxwebûna Kurdistanê, lê rewşa me ya navxwe ne wisa ye.” Rewş bi aliyê serxwebûna Kurdistanê ve diçeRojnameya The Wall Street Journal dibêje, şikestina artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞê û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser dahata petrolê de, dibe ku dehfekê bide kurdên Iraqê serxwebûna xwe rabigihînin. Bexda heta niha jî mûçeyên bajar û deverên bin destê DAIŞê dide û di heman demê de ev çend meh in ku mûçeyên fermanberên Kurdistanê ji wan re neşandiye. Kurd dibêjin Bexda girêkan li pêşiya wan girê dide, da ku çekên baş nekevin destê wan de.Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî ji wê rojnameyê re wiha gotiye: “80 salî erebên sunî desthilata Iraq xistibûn destê xwe de û Kurdistan wêran kiribûn, niha jî va bû 10 sal ku şîeyan desthilat girtiye û budce û mûçeyên me qût dikin. Êdî em çawa wan wek şirîk bibînin? Lewma niha rewş û hemû rastiyên li qadê rê ji kurdan re vedikin ku serxwebûna xwe rabigînin.”Ji aliyê xwe ve, endamê Polîtburoya PDKê û berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê, Dr. Kemal Kerkûkî ji rojnameyê re gotiye: “Dewleta Iraqê ketiye, divê em hizra çareseriyeke din bikin.” Amerîka ne bi serxwebûnê re yeLêkolerekî welatên rojava ji The Wall Street Journal re gotiye, piştevaniya Amerîka bo kurdan di şerê li dijî DAIŞê de nayê wê wateyê ku Amerîka dê heta asta serxwebûnê pişta wan bigire.Pisporê warê bergiriyê di Navenda Lêkolînên Navdewletî û Stratejîk li Washingtonê, Anthony Cordesman ji wê rojnameyê re wiha gotiye: “Amerîka heta asta serxwebûnê piştevaniya kurdan nake, ji ber ku ew yek dê ji cîranên Iraqê re birîndarker be, herwiha bo Amerîka ew dewlet bo Amerîkayê xwedî sûdekî stratejîk û mezin nabe.”Herwiha Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Karûbarê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li Washingtonê, Gonul Tol jî ji The Wall Street Journal re gotiye: “Piştevaniya Amerîka bo kurdan di şerê DAIŞê de zêdetir taktîkî ye û ne stratejîk e. Kurd gellekî ji xwe piştrast in. Ew piştevaniyên niha, nayên wê wateyê ku hemû dinya li pişta wan in.”