Polîtîk

Nêzîk rêkeftin bi aliyekî re dibe

Hewlêr – Endama şanda Kombendên Kurdistanî Viyan Dexîl, diyar ku di demeke nêzîk de, ew dê bi kombenda rêz ji destûrê digire û daxwazên kurdan bi cih bike re hevpeymaniyê çêkin û aloziyê çareser bikin.

Vien dkhilViyan Dexîl ji AKnewsê re wiha got, “Şanda kurd nexşerê û karnameyeke gotûbêjkirinê amade kiriye ku ji 16 xalan pêk tê û tê de daxwazên kurdan li ser kombenda siyasî tê pêşandan”.

Dexîl derbarê misogerkirina daxwazên kurdan de wiha got, “Daxwazên kurdan ji rêzgirtina destûrê dest pê dike û pêwendiya hikûmeta navendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re.” her wiha tekez kir, “Kombenda rêz ji destûrê re digire û daxwazên kurdan bi cih dike, Tevayiya Kurdistanî amade ye pê re hevpeymaniyê bisaze û em li hev hatin ji bo desteberiya mafê kurdan.”

Sebaret helwesta kurdan, Dexîl piştrast kir, “Kurdan helwesta xwe diyar kirin û dê hevpeymaniyê bi kombendekê re li dar bixin, û ev gav dê kêşeyê yekalî bike.”
Piştî derbazbûna pênc mehan li ser birêveçûna pêvajoya helbijartinan heta niha hikûmeta dahatî ya Iraqê nehatiye dirustkirin û niha fişareke mezin ketiye ser layenên siyasî heta ku bi zûtirîn dem hikûmeta dahatî ya Iraqê pêk bînin.

 

(AKnews)

Back to top button