Cîhan

Nexweşiya Angelina Jolie derew derket

Stêrka bi nav û deng a sînemaya Holywoodê ku, di heman demê de qasida nîyeta baş a Neteweyên Yekbûyî ye jî, Angelia Jolie, çendak bû ku ji bo wê dihat gotin ku, Angelina Jolie bi nexweşiya Hebatît C’yê ketiye û pêwiste di demeke kin de kezeba reş a wê were guherandin.

Berdevkê stêrka navdar yê Angelina Jolie, daxuyaniyek da çapemeniya cîhanê û îdiayên ku ji bo nexweşiya wê tê kirin derewandin. Di derbarê nexweşiya Jolie de, rojnameya Amerîkî National Enquirer îdia avêtibû holê û vê îdiayê jî li cîhanê deng vedabû.

Berdevkê Angelina Jolie di daxuyaniya xwe de dibêje, îdiayên ku ji bo angelina Jolie tên kirin ji sedî sed derew in. Jolie, niha ligel 6 zarokên xwe, penaberên Suriyê yên li Tirkiyê, Libnanê û Urdinê difikire. J ber vê jî pirr caran xwarinê jî jibîr dike û birçîbûna xwe bi mistek bindeq an fêkiyan derbas dike.

Angelina Jolie, 2 hefta berê, li Duhoka Kurdistana Başûr, serdana kampa penaberên Suriyê kiribû û bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re jî hevdîtin kiribû.   

Back to top button