Hevpeyvîn

Newşêrwan Mistefa 30 milyon dolar ji pereyê neftê xwarine

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de eşkere dike û serokê Tevgera Goranê 30 milyon dolar ji dahatiniyê neftê bo saziyên xwe yên ragehandinê bikar anîne.

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel Rûdw TV eşekre dike ku, Newşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê 30 milyon dolar bi navê avakirina saziyeke meidyaya azad li herêma Kurdistanê, ji bo avakirina kompaniya Wşe a ser bi tevgera xwe ve biakr anîne.

 

Hewramî dibêje ku, serokê tevgera Goranê berî tevgera Goran damezrîne, bi hîceta pêanînma saziyeke mediyaya azad li herêma Kurdistanê, 30 milyon dolar ji dahatiniyê neftê wergirtin, ”Lê belê Newşêrwan Mistefa bi wan 30 milyon dolaran KNN TV û çend saziyên girêdayî tevgera Goran avakirin.”

Back to top button