Kultur

Newroza îsal Newroza berxwedan û bergirîkirinê ye

Hikûmeta Kurdistanê bi peyamekê cejina Newrozê li tev kurdistaniyan pîroz dike û  Newroza îsa bi Newroza berxwedan û bergirîkiirnê ji hebûn û nasnameya neteweya kurd binav dike:

          Îro bi xêra xwîna pîroza şehîdan û berxwedana pêşmergeyên canfîdayên Kurdistanê ku, her pêşmergeyek weke Kaweyê asinger li hember Zuahkên tariyê rawestane û li çeperên şerefê li hember hêza tarî û şerxwaz parêzgariyê ji azadî, aramî û paşeroja Kurdistanê dikin. Em Newroza azadî û serkeftinê pîroz dikin. Newroza îsal ku, Newroza berxwedan û bergirîkirinê ji hebûn û nasnameya meye, divê canê yekrêziyê bihêztir bike û ji bo berhingarbûna her metirsiyek, arîşek û astengekê ku bi ser Kurdistana me ya ezîz de bê, me zêdetir teşwîq bike.

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe da daxwazê ji hemû kurdan dike, li her cîyekî lê bin yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin û ji bona bizîkirina peyama Newrozî bixebitin:

          Di vê Newrozê de, ka çawa ronahiya agirekî  neteweyek di çardurên xwe komkiriye,  iha divê wesa kurên vê neteweyê li her welat û dereka cîhanê bin, bi canê yekêtî û lêbihurînê ji bo bicîanîna peyama Newrozê ku, minasibeyeke serbilind û azadaneye, bi her awayî bixebitin.

Hikûmnet bi taybetî pîrozbahiyên gerim li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas li bereyên şeref û bergirîêkirinê dike û Newroza berxwedanê li tev kurdistaniyên hemû parçeyên Kurdistana ezîz û kurdên diyaspora pîroz dike. 

Back to top button