‘’Newroz Di Himbêza Helepçeyê De Şehîd Ket’’
Saddam Hüseyîn di destpêka sala 1988 an de li dijî miletê Kurd Enfal,ango komkujiyeke bi plan û berfireh dest pêkir.Di enfalê de 4000 hezar gund hatine xerakirin û valakirin.182000 Kurdên sivîl hatine qetilkirin.Bi deh hezaran xelkên sivîl ji mal û gund û bajarên xwe hatine koçber kirin.Bi hezaran kes reviyan Tirkiyê û Îranê.Bi salan li wan deran di kampên koçberiyê de jiyan.Helepçe jî beşek e ji vê jenosîda enfalê ye.
Roja 16 adara 1988 an de bi firokeyên MİG-23 ê yan êrîşeke bombeyên kîmyevî li Helepçeyê hate li dar xistin.Generalê Seddam Huseyînî Elî Kîmyewî ev êrîşa organize kiri bû.Di vê êrîşê bombeyên xazên kîmyewî ku bîhna sêvan jê dihatin hate bikaranîn.Piştî êrîşê di mabeyna çend deqîqeyan de,ji 5000 kesî zêdetir mîrî ,ji 14000 kesî zêdetir jî birîndar hebûn..
Di destpêkê de,çi welatên Erebî,çi Tirkiye û çi jî dewletên Ewrûpa,Emerîka û Sovyet (Rûsya) bêdeng man.
Paşê eşkere bû ku,ew xazên jehrî yên ku li Helepçeyê hatine bikaranîn,ji aliyê şîrketên Elmanî,Hollendî û hin dewletên Ewrûpî yên din hatine çêkirin.
Prof.Fuat Baban ê ku mamosteyê Unîwersîteya Suleymaniyê beşê Tıp ê ye,di raporteke xwe ya di vê derbarê de dibêje ku ‘’Li Helepçê,piştî êrîşa kîmyewî, nîsbeta ew zarokên ku seqet xwedê dane,ji nîsbeta Hîroşîma û Nagazakî yê 4-5 kat zêdetir e.’’
Jenosîda Helepçe yê heta nuha ji aliyê Swêd,Norweç û Îngîltere ve wek jenosîd hatiye qebûl kirin.
Piştî rûxandina rejîma Seddamî,Mehkemeya Bilind ya Iraqê,Seddam û gellek berpirsarên qetlîman darizandin.Di endama van mehkemeyan de,Seddam jî hate îdam kirin.
Qatil û organîzatorê yekem yê jenosîda Helepçeyê Elî Kîmyewî jî ji aliyê Mehkemeya Bilind a Iraqê ve ji ber qetlîma Helepçeyê jî bi îdamê hate ceza kirin.Û di 23.01.2010 an de hate îdam kirin.
Jenosîda Helepçeyê di heşê û dilê temama Kurdên dinya yê de birîneke mezin vekir.Lê ev jenosîda bû sedema geş kirin û xurt kirina hestên neteweyî yên Kurd jî.Û careke din bû sedema li hev xwedî derketina temama Kurdên dinyê.
Belê mirovayetî 5000 hezar caran di himbêza Helepçeyê de bi rûreşiya xwe ve fetisîbû.Û newroz jî di himbêza Helepçeyê de şehîd ketibû.
Helepçe ne jenosîda yekem bû di dîroka Kurd û Kurdistanê de.Miletê Kurd di serîhildana Şêx seîd de,di ya Dêrsimê û Agiriyê de,jî ev jenosîdana dîtibûn.Li mehabadê,li Qamişloyê jî miletê Kurd qetlîam û kuştin dîtibû.Herî dawiyê li Roboskîyê qetlîameke hovana li millet me hate kirin..Lê van qetlîam û jenosîdana heta îro jî nekarîbû rê li ber têkoşîne neteweyî ya miletê me bigre û dê ji îro pê de jî nekaribe bigre..
Her weha di 16 ê adara 1978 ê de li Stenbolê faşîstan êrîşek birin ser xwendevanên Unîversîteya Stenbolê.Di vê êrîşê de 7 xwendevanên şoreşger û welatparêz şehîd ketin.Yek ji wan jî Hamit Akıl bû.Hamit Akıl hevalekî me yê hêja bû..Rêveberekî DDKD ya Stenbolê bû.Em li gel 6 şehidên wê êrîşê ,hevalê xwe Hamit Akıl û hemî şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz bibîr tînin..
Belê îro li ser Parlementa Başûrê Kurdistanê,ala rengîn bi xêra ked û emek û xwîna şehîden Helepçeyê,şehîdên Enfalê û şehîdên azadiyê yên her çar perçeyên Kurdistanê diheje.Û bi rêzgirtina hevûdû,bi yekgirtin û têkoşîna hemû Kurdên li dinyê dijîn, dê ew ala rengîn li ser ax û ezmanê temama Kurdistanê ,bi serfirazî biheje.16.03.2014
HELEPÇE NAYÊ Jİ BÎR KİRİN
HELEPÇE JENOSÎD E
EM DİKARİN Bİ YEKİTİYA KURD Û KURDİSTANİYAN VE RÊ Lİ BER HELEPÇEYÊN NÛ BİGİRİN
Komîteya Rêvberiyê ya Hewildana Partiyeke Kurdistanî