New York Times: Malikî bi destên vala ji Waşîngtonê vegeriya
Rojnameya New York Times di nûçeyeke xwe de behsa serdana Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo Amerîkayê dike û di nivîse ku, serokwezîrê Îraqê bi destên vala ji Waşîngtonê vegeriya û Nurî Malikî nekarî berpirsên îdareya Qesra Sipî razî bike çekî ji Îraqê re bişînin.
Rojnameya navborî dinivîse ku, tevî ku, Amerîka haydarî rewşa aloza Îraqê ye û Waşîngton dizane pêwîstiya Îraqê bi çekê pêşkeftî heye, lê Malikî di serdana xwe ya bo Amerîkayê de serkeftî nebû û nekarî îdareya Amerîkayê razî bike çekî bi Îraqê bide.
Helwesta Malikî li hember Amerîkayê hatiye guhartin, di sala 2008ê de Nurî Malikî piştevanî li wê yekê dikir ku, hêzên amerîkayî ji Îraqê derkevin, lê nuha Malikî bixwe hatiye Amerîkayê û daxwaza piştevaniyê ji Amnerîkayî li şerê li dijê Elqayîde dike, dinivîse New York Times.
Weke tê zanî roja sêşemiya borî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bi seroaktiya heyeteke hikûmeta îraqî serdana Waşîngtonê kir û piştî civînên bi mezine berpirsên Qesra Sipî, roja şemiyê vegeriya Bexdayê.