Polîtîk

NY: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xelat dike

Ji ber hevkarî û xwedîderketina li koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî (NY) Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî xelat dike.

Li gorî ajansa BasNewsê, berpirsê peywendiyên Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî Îbrahîm Semîn ragehandiye ku, dê berpirsê yekem ê komisyona bilind a penaberan (UNHCR) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve William Bill bi mebesta xelatkirinê serdana dezgeha wan bike û ji bo wan çalakî û hevkarîkirina ku di du salên borî de li Herêma Kurdistanê pêşkêşî koçberên Rojava kirine, dezgeha wan xelat bike:

      Piştî merasîma xelatkirinê, her dû alî dê civînekê lidar bixin û rewşa koçberan gotûbêj bikin, bi taybetî ku niha demsala zivistanê hatiye û pêdiviyên koçberan zêde dibin. Mebesta civînê jî ewe ka di dahatû de herdu alî çawa hevkariya koçberan bikin.

Her weha berpirsê peywendiyên Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî da zanîn ku ofîsên wan li hemû kampên penaberan hene û got:

      Rojane em hevkariya koçberan dikin, çi di warê pêdiviyên jiyanê de û çi di mesela akincîkirinê de. Wek Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî tişta ji destê me were em ê pêşkêşî koçberan bikin. Tişta peywendî bi NY ve jî heye, wê demê ew bi xwe dê bi karê xwe rabin.

Back to top button