Tirkmen cîgirê serokwezîr yan cîgirê serokê parlamentoyê dixwaz in
Parlameterkê tirkmenî yê parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike ku, ji bilî wezîr, posta cîgirê serokwezîr yan cîgirê serokê parlamnetoya Kurdistanê ji bo tirkmenan be ”daku gelê tirkmen li herêma Kurdistanê hest bike mafên wan parastîne.”
Berî destpêkirina yekemîn civîna parlamentoya Kurdistanê ku, biryare sibê 06.11.2013ê li avahiya parlamentoyê birêve biçe, tirkmen jî daxwaz postên bilind li herêma Kurdistanê dikin.
Mihemed Xanî endamê parlamentoya Kurdistanê yê ser bi Bereyê Tirkmenî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Hawelatî re got ku, dema gotûbêj û danustandin li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê dest pê bikin, aliyên tirkmen dê îsrarê li ser wê yekê bikin ku, beşdariya tirkmenan di hikûmetê de beşdariyeke remzî (sembolîk) nebe.
Xanî dibêje: ”ne bi tenê wezîrek, lê giringe cîgirê serokwezîr yan cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê ji bo tirkmenan be daku gelê tirkmen li herêma Kurdistanê hest bike mafên wan parastîne.”
Weke tê zanîn kêmneteweyên herêma Kurdistanê bi rêya sîstema Kota 11 kursiyên palamnetoyê bidestxistine ku, 5 ji wan kursiyan yên tirkmenan e.