Netewparêziya Kurdistanê
Şerefxan CizîrîMirovê ku agahdariya wana li ser niqaşên entelektuelî hebin, dizanin ku netewparêzî ne têgeheke hêsanî ye. Netewayetî û netew ji hêla dîrokî de berhemên pêşketina sermayedariyê ne. Ango zarokên civata kapitalîzmê ne. Di vî warî de kevneşopiyek dûr û dirêj heye. Weke hemu têgehên sîyasî û dîrokî, ev têgeh jî, cur be cur tê pênasin. Her çin û komikên sosyal li gora berjewendiyê xwe, li gora dema ku tê de dijin, li gora berjewendiya dewlet û miletê xwe, têgeha netewparêziyê li gora hinek nirxên netewî, heremî û malbatî pênasî dikin. Em dizanin ku kêm an jî zêde hemû kes xwediyê hestên netewî ne. Hinek veşartî û hinek jî eşkere netewayetiyê bilind dikin. Ev bi xwe jî cureyeke pênasinê ye…Ev pênasin rastiyeke dîrokî û ramanweriye. Ji sedsalan û vir de jî realiteyeke fikrî ye…Ev pênasîna hanê bi tevahî weke pênasîneke netewparêziya serdestan e…Bi vê pênasînê ve girêdayî mirov dikare bipirse; Ma mileteki ku mileteki din têxe bin fişarê, dikare bi xwe azad bibe gelo? Ma dagirkerî û azadi çi ji hevdû re dibêjin? Ma tirs û azadi silavê li hevdû dikin?Cureyê pênasîneke din jî heye; ev netewparêzî jî weke tevgereke wekheviyê, weke tevgereke demokrasiyê, weke tevgereke mezlûman tê pênasin. Minak; ma mirov dikare netewparêziya miletekî bindest û miletekî serdest weke hevdû binirxîne? Ma netewparêziya Tirkan û Kurdan, ya Îsrail û ya Filistinîyan, Bask û Spanîyan, Frensî û Efrikanîyan, Fars û Belûcîyan mirov dikare weke heman tevgeran binirxîne gelo?Ma di vê nirxandinê de sêv û pirteqal tevli hevdu nabin? Ma kûndir û şebeş heman tişt in?Di vê têvgirêdanê de tiştekî pir eşkere heye. Netewparêziyeke Demokrat mafê netewayetiyê ji bona hemû miletan diparêz e. Divê ev rastî wilo be. Ev neteweparêzî di dîtin û helwestên xwe de nejatperestiyê nake lê wekheviya netewan diparêz e. Ne ya komikeke ye, ne ya çînekî serdest e lê belê ya hemû miletekî ye. Maf û azadiya hemû beşên netewa xwe diparêz e. Tevgereke girseyi û kolektîf e. Armanca sereke di vê tevgerê de azadkirina miletekî ye, ne kolekirina miletekî din e. Ev netewparêzî ne êrişkar e, ne çavsor e, ne dagirker e. Ew netewparêz û niştimanperwer e. Ji bona yekîtiya netewa xwe xebat dike. Tu welatan perçe nake, lê miletekî perçebûyi dike yek. Di neteweparêziya Demokrat de tu netewe ji neteweyekî din ne bilindtirin, di nava netewan de tu hiyerarşî tuneye, hemû welat û ziman mafê wana heye ku bijîn û hebûna xwe pêşde bibin. Hemû netewe xwediyê şariştaniyeke ne. Tenê pêvajoya şaristanîya wana cuda ne, ew ne raserî hevdu ne. Tenê konaxa wana ya şaristanîyê cuda ye, hinek li pêş in û hinek jî di pêşketina xwe de dereng mane…Ango tu netewe ji aliyê mafên netewî de ji hinek netewên din ne kêmtir in, an ji zêdetirin.Netewparêziya Demokrat di tevger û xebata xwe de rêgezên demokrasiyê dixe nava tevger e. Her mirov xwediyê dengekî ye, fikir û raman dikarê xwe birêxistin bike, azadiya raman ji bona her kesî ye, partiyên siyasî azad in, medya azad e û berpirsyariya xwe jî li gora nirxên çapemeniyê dixe dewrê.Netewparêziya Demokrat xwedî li hejar û kedkarê welatê xwe jî derdikeve. Ji hêla ekonomî û sîyasî de mafê wana diparêze. Bi haweyekî tevahî xwedî li ked û jêhatbûna mirovan derdikeve û hemû kes jî li gora jêhatbûn û zîrekiya xwe di xebata siyasî û civakî de cîh digirin.Netewparêziya Demokrat ji bona ku civata xwe pêşve bibe, hemû potansiyel, ked û enerjîya ku di nava milet de heye dixe nava tevger e. Ezezîtî, bexiltî, hesûdî, zikrêşî, fexfexe, qureti pê re tuneye. Netewparêzîyeke erenî ye, mirovan himbêz dike. Dewlemendiya xwe ya sererd û binerd dixe xizmete timamê miletê xwe. Derfetên ekonomîk ji bona perwerdekirina mirovan diafirîne, rê û derfetan ji huner û rewşenbîrtiya netewî re pêde dike. Di nava miletê xwe de rêgezên wekheviyê diparêz e û hemû kesan dawetî xebata netewî dike. Ji kesan dipirse; ka te ji bona miletê xwe çi kiriye? Tu bikêrî çî te? Çi jêhatbûna te heye?Di xebata netewî de cîh ji bona herkes heye. Herkes xwediye welatê xwe ye. Tu kes li welatê xwe bideman najîn. Tu kes ne kirêçiyê welatê xwe ye. Ew xwediyê malê ye. Herkes para xwe ji hebûna welatê xwe digire û weke mirovê xwedî berpirsyar jî tevger dike. Heta nûha pêvajoya netewayetiya normal û dîrokî wilo pêşketiye.Neteweparêziya Kurdistanê divê li gora van nirxan formasyona xwe bigire û ji miletê bindest re bibe mînakek berbiçav…Şerefxan Cizîrî25.06.2017