Neteweyên Yêkgirtî di perawêza nameyaka serokwezîr de
Neteweyên Yêkgirtî yêke ji mezintirîn û karîgertirîn rêkxirawên cîhanî ku li ser binemayên aşitî û asayişa navdewletî kar dike. Bi taybet di qonaxekê da hatiye damezirandin ku cîhan hemî tuşî şerên xwînawî bibû, qurbanî û zerermendên şerên cîhanî berdewam di zêdebûnê da bûn, kêşe û girftên siyasî û aborî û komelayetî gelek bilind bûn. Babetê aborî û mafê mirovî di metirsiyeka gelek mezin da bûn.
Roj bi roj çek berev zêdebûnê ve diçû û jiyan bi giştî di bin êrîşên welatên bihêz da bû. Lewra di demekî da ev rêkxirawe hatiye dirust kirin ku li ser hemî astan aşitî û asayîşa navdewletî biparêze.Raste ji berî dirustibûna wê Civata Gelan hebû, lê belê ji encama vekêşana çend welatan ji vê civatê, rolê wê lawaz bû û neşiya weku pêwîst rolê xwe bileyze.
Çendîn kêşe û giriftên navdewletî, li ser tewerên siyasî û leşkerî, ji aliyê Neteweyên Yêkgirtî ve hatîne çareserkirin. Çunkî weku rêkxiraweka navbijiyiwan karê xwe encam dide û raportên wê yan biryarên wê bu welatên endam di pêgîrin, nexasime demê yêk ji civatên wê bi navê (Civata Ewlehiyê) biryara bidet pêwîste ew briyar bihêne cêbecî kirin.Bo cara yêkê Neteweyên Yêkgritî di keysekê da kiriye li bin navê (Tedexûla Aliyans) ew jî li ser koça milyonî ya (kurdan) bûye, li bihara sala 1991ê û biriyara jimare (668) bu drustkirina devereka aram hatiye dan.
Eve yêkem car bû biryareka bi vî rengî derdikeve û piraniya welatên endam digel dana vê briyarê da bûn.Ji ber giringiya rolê vê rêkxirawa cîhanî, serokwezîrê herêma Kurdistanê bi rêka wê nama li çend rujên bûrî bo(netewên êkgrtî) hinartî, ji bo çareserkirina pirsên helawîstî diinavbera hikumetên Hewlêrû bexdayê da, dergehekê baş lêdaye. Naverowaka vê nameyê pitir ji ramanekê heye, weku li xwarê diyar:Niyazpakiya herêma Kurdistanê bûye ji bo çareserkirina pirsgrêkên di navbera herdû hikumetan da bi rêkên aşitiyane û di wîr ji bikarînana hêzê.Beşdarkirina aliyên siyasî yê sêyem, weku bijîvanê navdewletî bêyi sepandina her hizir yan projekê takrewane ji layê çi hikumetan ve.Nehêlana zêdebûna qurbaniyên mirovayetî bo meremên siyasî û neteweyî.
Xala ji hemiyê giringtir, beşdarbûna rêkxiraweka cîhanê ye ji bo encamdan û yêklakirina van pirsan, ji ber ku rewşa Rojhelata Naverast di çendîn guranikariyên dijwar da derbas dbe.Peyama Serokwezîr çendîn mijara di naveroka xwe de bikar tîne, jiwan; giringîdana pirsên mirovayetîî, anku astê geşepêdana takê kurd bi rêka destinîşanikirina nûnerekî Neteweyên Yêkgirtî bu karubarên mirovayetî. Çunke ji ber wan ziyan û rûdanên dirust bûyîn, nexasime li demê qonaxên bûrî, ji wana şerên li ser herêma Kurdistanê hatîne sepandin, herêma Kurdistanê di vî biyavî da pêdiviyeka zor bi babetên geşepêdana mirovatî heye.
Ji alayekê dî ve, ew kiriyarên rojane yên dijî xelkê Kurdistanê têne encam dan li deverên madê (140) û daxwazîkirina serokwezîr ya ji bo destinîşankirina nûnerekî NY bo cêbecî kirina madêya 140ê. Nameyaserokwezîr nameyek aşitîyane ye ku cidîyeta herêma Kurdistanê dîyar dike. Ji sepandina siyaseta De facto, yan jî sepandina siyaseta neteweyî yan mezhebîli ser xelkê van deveran nexasime hêjmareka pêrabunên gelek xirab dijî xelkê kurd li van deveran.
Eve nameyeke bo hemî welatên dunyayê ku, herêma Kurdistanê herêmeka arame û pêwîste dan bi hemî sîstem û dam û dezgehên evê herêmê bihête dan . Ji ber ku ji hemû aliyekî ev geşedana Kurdistanê ji bo hemû aliyekî û deverekî baştir dibe.
Nameyeke ku dixwaze Federalizm bi hemû awayî weke xwe bê cibicî kirin. Nabe federalizm bibe bingehê nakokiyan. Ji behtirî ji% 80 xelkê Iraqê deng bi erêkirina vê destûrê û sistemê daye. Vê nameyê dubare kir ku herêma Kurdistanê her demekî ya amadeye bi rêkên aşitiyane pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de çareser bike.
2019.05.21
Remezan Kêvlî