Netewek ku li ser axa xwe ne desthilatdar be
Roger Çager
Partî, rêxistinên herî biçûkin ku bi îdiaya ku ewê dewletê bi rê ve bibin derdikevin holê. Dema di hilbijartinan de dibin desthilatdar, hukûmetê dadimezrînin û wî welatî bi rê ve dibin. Lê ji bo wê pêwîste xwediyê kadroyên jêhatî bin. Ji ber ku hemû dezgehên dewletê amade ne û ji bo karibin bi rê ve bibin divê kadroyên zîrek û bernameyên bo paşerojê hebin. Di nav pergeleke heyî de şerta partîbûnê vana ne.
Netewek ku li ser axa xwe ne desthilatdar be, ne xwedî tu sazî û dezgehan e jî. Loma dema partiyeke ji nav netewa bindest derkeve û doza serxwebûnê bike, divê ji bo paşerojê bingeha saziyên xwe jî ava bike. Ji ber ku divê ji pergala dagirker veqete û li hember wê pergalê jî saziyên xwe ava bike.
Li bakûrê Kurdistanê di bin navê partîbûnê de du şikil rêxistin heye.
Ji vana yek PKK/HDP ye. Ev partî ye lê ne Kurdistanî ye. Ji ber ku tu daxwazên wî yên Kurdistanî tuneye û bileks propagandaya entegrasyonê dike. Her çi qas laşe wî Kurd be jî, ji ber tunebûna daxwazeke Kurdistanî em nikarin jê re bibêjin partiyeke Kurdistanî. Ger endambûna Kurdan a partiyekê, wê partiye bikiriana Kurdistanî, divê em ji hemû partiyên Tirkiyeyê re bibejin Kurdistanî. Ji ber ku di nava gişan de Kurd hene.
Rêxistinên derveyî PKK/HDP ku xwe bi partîbûnê binav dikin, di eslê xwe de ne partî ne lê mixabin hayê wan jê tune. Ji ber ku bingeha wan a damezrandina saziyên xwe tune ye. Bi giştî di bernameya tevan de daxwaza federasyonê heye. Dema daxwaza wan bi cih were wê çawa sînorên herêma federal biparêzin? Wê pergala aboriya herêmê çawa bikin? Çend dîplomatên wan hene ku piştî federaliyê ji bo serxwebûnê di qada navnetewî de karê dîplomasiyê bikin? Gelek pirsên din em
dikarin li vana zêde bikin.
Li Kurdistanê rêxistinek ku xwe bi navê “Parityeke Kurdistanî” binav bike, divê him daxwazên wî Kurdistanî û bêtawîz bin û him jî xwedî wê hêzê be ku karibe ji pergala dagirker veqete û bingeha pergalên xwe ava bike. Jê pê ve xwe û miletê Kurd xapandin e.