Polîtîk

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye

Roja 24ê Nîsana 1915an, 2345 ronakbîr, siyasetmedar û şexsiyetên herî pêş yên netewa Ermenî bi sûcdariya ”li hember dewletê tevdigerin” hatin girtin. Ev gava yekem a rêvebiriya Osmanî ya ku di bin serkirdayetiya Îttîhat û Terakî de, qirkirina netewa Ermenî bû. Dewleta Osmanî beriya fermana qirkirina Ermeniyan îfşa bibe, dixwest  gelê Ermenî bê serî bihişta.

Di wan salên Şerê Dinyayê yê Yekem de Ewrûpa di nav toz û dûmana şer de bû, Jontirka gava yekem ya ew plana ku Anadoliyê ji hemû etnîsîte û netewan paqij bikin, tenê Tirk bihêlin, avêtin. Bi vê gavê re Tirkan xwest qada desthilatdariya xwe, di serî de ji Ermenîyan, lê ji hemû netew û etnîsîteyên ne musilman paqij bikin.

Lê qirkirin û ji holê rakirina Ermeniyan bi girtinên 24 Nîsana 1915an li her derî û bi yek carê destpêkir. Bi Kurdî ”terqa fila” û bi Ermenkî ”felaketa mezin” sê salan dom kir. Milyon û nîv Ermenî hatin qetilkirin. Ji qetlîamê civata Suryanî û Kurdên Êzidî jî nefilitîn, hejmarek mezin ji wan jî hatin kuştin an wek Ermeniyan ew mecbûr man cî û warên xwe terk bikin.

Bi Jenosîda Ermeniyan di nav sê salan de 1,5 milyon însan hatin kuştin .Wek qetlîamên DAÎŞa îro,  Jontirkan  ji zarokên dergûşê heta pîr û kalên ku di nav livînan de, nedigotin ev jin e û ne jî ev mêr e, herkes dikuştin. Kurdistan bû qada herî mezin a qetlîamê. Mixabin hin Kurdan  jî şûrê Tirkan kişandin, hinekan jî ji bo mal û milk, êrîşê cînarên xwe kirin. Lê di gel tehdît û teşwîqa dewleta Îttîhat û Teraqî jî, piraniya Kurdan  zarok û zêçên Ermenîyan yên ku nikaribûn birevin, veşartine, parastine.

Di salên qetlîamê (1915-1918) de Kurd ne bi destê xwe bûn, wek îro mêtingeh bûn û di ew salên şer de rêxistinên Kurd jî qedexe bûn û gel bêrêxistin bû, yekdengî an ahenga Kurdan  jî tunebû. Ji ber vê yekê em bi dilekî rehet dikarin bibêjin ji aliyê siyasî de awayê kirin û meşandina qetlîamê de wek milet tu rola Kurdan tuneye. Kurdên ku Ermenî kuştine, ne li ser nevê otorîteyên kurdan, bi teşwîqa dewleta  Osmaniyan û jibo berjewendîyên şexsî  ev kar kirine. Otorîteyên Kurdên siyasî û olî bi tundî li dij derketine. Beyanên Şêx Ubeydulah û Abdurehman Bedirxan di vî warî de gelek vekirîne. Di rojnameya Kurdistanê li ser qetlîamên beriya 1915an de gelek bangên kurdan hene ku divê Ermeniyan biparezin. Dîsa her di wan salan de, ji 1908-1920 gelek rêxistin û kovar û rojnameyên kurdan hene ku hemû li dijî van qetlîaman in.

Em ji bîr nekin tu milet wek Ermenî û Kurda  hewqas di nav hev de nejiyaye. Bi dehan bajarên Kurdistanê û bi hezaran gundên wê, Ermenî û Kurd wek tevnekê di nav hev de jiyane. Û ya balkêş, beriya qetlîama Ermeniyan di nav her du miletan de tu bûyerek nexweş û mezin neqewimiye. Wek ku tê zanîn,  di dema şerê Rus û Osmanîyan de hinek Ermenîyan alîkarîya Rusan kirin û wê demê gelek Kurd kuştin.Lê em nikarin jiber vê yekê hemû miletê Ermenî  sûcdar bikin. Herweha jiber tevlîbûna hinek Kurdên di kuştina Ermenîyan de jî em nikarin  wek milet Kurdan  sûcdar bikin. Em wan Kurdên ku tevlî kuştina Ermenîyan  bûne  şermezar dikin.Lê ev jenosîdeke plankiri  ya  Dewleta Osmanî ye.
Wek siyaseta dewleta Tirk a duh, îro di sedsaliya bûyerê de jî qirkirina Ermeniyan red dikin. Tarîxa nêzîk ku bi belge, şahid û bi wesîqeyên xwe li ber çavan radixe, înkar dikin. Bi ev helwestên xwe dewleta îroyîn a Erdogan dibe şirîkê curmên Îttîhat û Teraqîya wê demê. Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê di sedsaliya qirkirina mezin a netewa Ermenî de bûyerê rûreş dikin, hestên kûr yên xwişk û birayên xwe yên Ermenî par ve dikin! Em jî bi qasî gelê Ermeniyan dêşin.

Qetlîama Ermeniyan qirkirina miletekî ye û bi destê Tirkên nijadprest , bi destê Dewleta Osmanî hatiye kirin!

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button