Piştî serokê Amerika Trump di daxûyaniyekî de ragihand ku, Quds wek paytextê Îsrail nas dike û dê balyozxaneya Amerikayê ji Tel Aviv veguhêzin Quds, ji gelek welatan di vê derbarê de nerazîbûna xwe dan diyar kirin. Di serî de welatên Ereban Îran , Tirkiye û hinek welatên din ji vê biryara serokê Amerika metirsiyar dibînin ku ev bibe sedema nexweşîyek din di herêmê de.Serokwezîrê Îsrailê Benjamin Netanyahu,di derbarê biryara serokê Amerika de daxûyaniyek belav kir. Netenyahu da xûyakirin ku “ Îro ji bo Îsrail rojek dîrokiye“Herweha Netenyahu ji bo vê biryarê destxweşî li Trump kir û got, dê ev biryar bibe gavek berûpêş ji bo aşitiyê.Netenyahu bangî welatên kir ku, balyozxaneyên xwe ji Tel Aviv veguhêzin Qudsê.Serokwezîrê Israil got: Herkesê li gel Filistiniyan aşitîyê bixwaze gerek qebûl bike ku Quds paytextê Îsrail e.