Cîhan

Netanyahu: Em bedelên mezin didin!

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxûyakirin ku, şerê Xezayê ji bo wan bûye sedemê bedelek gelek mezin.

Piştî kuştina 153 leşkerên Îsraîlî di êrîşa bejayî ya li ser Xezeyê de, Netanyahu got ku, ji bilî berdewamiya şer tu çareyeka wan nemaye.  

Serokwezîrê Îsraîl dibêje ku, heta armancên wekî “tinekirina Hemasê” û serbestberdana rehîneyan pêk neyên ew ê “bi hemû hêza xwe” şer bikin û wê “Ev şer wê dirêj be.”

Di vê navberê de, artêşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta îro “zêdetirî 8 hezar şervanên Filistînî kuştine”. Hat destnîşankirin ku di operasyona bejayî de “700 milîtanên Filistînî hatine girtin”.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di roja dawî de 166 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî wezaretê, ji 7ê cotmehê heta niha li Xezeyê zêdeyî 20 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin û 54 hezar kes jî birîndar bûne.

Îsraîl dide xûyakirin ku, ji bo sivîl neyên kuştin gavên pêwîst avêtine, lê dibêje ku Hamas xelkê wek mertalên zindî bi kar tîne.

Ji aliyê din ve hevdîtinên ku li Misrê ji bo agirbesteke nû di navbera Îsraîl û Hamasê de pêk hatin, tu encam destnexist.

Berpirsek Filistînî ji BBC re got ku Misir agirbesteke mirovî ya ji b odu heftiyan pûşniyar dike, dê Hemas 40 dîlên îsrailî berde û Îsrail jî 120 girtiyên Filistinî azad bike.

Back to top button