Pirsa Rojevakurd:Redaksyona Rojevakurd daxwazê ji we yên birêz dike bersiva pirsa me ya li jêr bide. Her ji niha sipas ji bo bersiv û alîkariya we yên birêz:Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike. Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Siyasetmedarê Kurd Rodi Ilgen di bersiva xwe de dibêje:Kanton nikarê jîyana xwe berdewam bikê bi sistemên ne demokrat, dikatator, nijadperest an jî olperest re.Bersiva Rodi Ilgen:Sipas bo Rojevakurd ku bersiva min dixwazê di derheqa pirsek wisa giring û aktuelt de.Ez di destPêkê de dixwazim bêjim ku ne raste ku meriv helwesta PKK û Hukumeta Herêma Kurdistanê bidê ber hev. PKK rêxistinek sîyasî ye ku hatîye damezrandin li Bakurê Kurdistanê. Di dema xwe de xwedî stratejîyek wisa bû; Kurdistanek serbixwe, demokratik û yekgirtî.Pistî demek dirêj ne serkirdayetîya PKK û ne Jî endamên PKK statejîya xwe ya dema damezrandinê parastin.Di dema îro de PKK stratejîyek utopîk/xayalperest ku ti cara nikarê werê bicihkirin diparêzin. Bi kurtî, PKK daxwaza stratejîyek xeyalperest bo rojhilata navîn dikê.PKK paseroja xelkê Kurdistanê girê didê bi paseroja dewleta Sûrî, Iraq, Turkîye an jî Iran ê re. Rizgarî û azadîya Kurdistanê li gor nerîna PKK girêdayîya bi azadî û rizgarîya dewletên dagirkerên Kurdistanê ve. Mixabin ku eve ye naveroka stratejîya PKK ê.Di rastîya xwe de PKK, bi nerînên xwe yên sîyasî, rêxistina herî nezîkî welatên dagirkere. Eger di dema îro de PKK serê cekdarî dikê bi Turkiye an ji «dewletek» din a dagirker re, ev jî paradokoseke. Pêwiste em ji xwe pirs bikin bo ci serê cekdarî bo stratejîyek wisa xayalperest.Eve kurte nivîsek bû bo naskirina PKK.Li ser pirsgirêka hebûna PKK li Singalê;Berî her tistî dixwazim bêjim ku yekemîn îradeya huquqî li her car besê Kurdistanê peyda dibê, Hukumeta herêma Kurdistanê ye. Parlamentoya Herêma Kurdistanê, yekemin îradeya mesrû ya xelkê Kurdistanê ye ku bi helbijartin û dengdana xelkê kurdistanê hatîye helbijartin.PKK rêxistinekê û realîteyeke, lê ne îradeya xelkê Kurdistanê ye. Realîtet û temsîla îradeya xelkê Kurdistanê du tistên ji hev cawazin.Wekî nûmûne; hêza herî xurt ya cekdar li Rojavayê Kurdistanê PYD/YPG ye. Lê PYD nikarê temsIla îradeya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikê. Lewrê, li Rojavayê Kurdistanê tu carî helbijartinek gelerî u demokratîk nehatîye kirin. Lê, PYD heye û di roja îro de hêza herî xurte li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di warê leskerî de.Nerîna PKK di derheqa kantona de, nerînek cewt, xayalperest û ne realiste.Kanton nikarê jîyana xwe berdewam bikê bi sistemên ne demokrat, dikatator, nijadperest an jî olperest re.Kanton bi tena serê xwe nikarin bijin û bi dewletên dagirker ve jî giredayî bin nikarin bi azadî bijîn.Pêwiste ku em vê rastîyê ji gele xwe re bêjin, ku numuneyên mîna kantonên PKK li dinyayê tunenîn.Azadï û demokrasî nikarê bijî dibîn sistema ne demokrat de.Bo vê cendê pêwistîya xebatê tuneye ku meriv nikaribê berjewendîya xelkê Kurdistanê biparêzê.Mafê PKK tûneye kû serê cekdarî li Basûr, Rojhilat, Rojava û li Bakûr ê Kurdistanê bikê. Lewra PKK ne xwedîyê stratejîyek siyasî yê ku bikaribê her car besên Kurdistanê himbêz bikê.Sîyaseta PKK û berjewendîyên xelkê Kurtdistane li hev nakin.Bi kurtî û bi rastî; cîyê PKK ne Singal ê û ne jî Qendîl e.Pêwiste PKK derkevê kolana li Bakurê Kurdistanê û xebata xwe ya astîyane bikê û dev ji destwerdanê nekê di besên din yê Kurdistanê de.Lewra stratejîya PKK û berjewendîya Kurdistanî ji hev cûda ne û li hev nakin.Pêwiste bê qeyd û sert PKK rêz bigrê li biryarên îradeya xelkê Kurdistana Basûr ku navê vê îradeyê; Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê û Hukumeta Herêma Kurdistanê jî dezgeheke ku biryarên Parlamentoya Kurdistanê bi cih tînê.Pêwiste ku hemî hêzên siyasî Kurdistanî pistgirîya biryarên Parlamentoya Kurdistanê û Hukumeta Kurdistanê bikin.Bi hêvîya serkeftinê bo xebatkarên Rojevakurd.Li el rêz û silavên minRodi Ilgen
Pêş
26/06/2025
Çanda neyekrêzî û hevdu neqebûlkirinê!!!
26/06/2025
Ocalan vegera serkaniya xwe, bila kesek xwe nexapîne..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rêveberên Xayîn û Dîrok23/06/2025