Li gora Nûçeyeka Nêrîna Azad ku ji malperek Îranî girtiye, dibêje ku nakokiyên di navbera Cemil Bayik û Murat Karayilan de vê paşiyê kûr bûne.Li gor nûçeya medya Îranî de hatî, Karayalin dibêje ku nabê em pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê bikin sedem û dijminatiya Barzani.Karayilan dibêje divê em pêwendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de normal bibînin. Lê Bayik li dijê vê derdikevê û sedemê hemû arişeya Barzani dide nîşandin.Herweha Karayilan dibêje wê sala 2017ê Tirkiye dixwaze li ser herêma Kurdistanê êrîşê Qendilê bike ji bo em vê yekê em bidin sekinandin divê pêwendîyê li gel Barzani deynin.Herweha konseya PKKê ji bo heyina PKKê li Şingalê bûye du beş.Beşek dibêje ku çi be bila bibe em ji Şingalê dernakevin.Beşê din jî dibêje : Eger em ji Şingalê dernekevin dê bûyerên xirab û zererek mezin bidin herêma Kurdistanê û PKKê pêkwerê. Dê xeletiyek çêbibê ku em nikarin telafî bikin.