Nerevîn ji berpirsiyariyê û bawerî bi xwe hebûn welat ji bkirîzan rizgar dike

Êvariya roja yekşemê 30.04.2017ê, di merasdimekê de, hotel Arjan ya grûpa Rotana ku, pirojeyek lubnanî ye û ji aliyê Malia grûp bi hevbeşî digel Rotana û Malia (CTI) û kompaniya Diva ya Îtaliyayî ve hatiye çêkirin, li Hewlêrê hat vekirin.Di merasimê de ku, wezîrê tûrîzmê yê hikûmeta Lubnanê, hijmareke berpirs û wezîrên hikûmeta Kurdistan û Lubnanê, balyozê Îtaliyayê yê Îraqê û hijmareke karsaz, sermayedar û bazirganan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkeşî beşdarên merasimê kir û di peyva xwe de îşaret bi wê yekê kir ku Kurdistan ber bi paşerojeke baştir û geştir gavan diavêje û ji bona berhemanînê û sermayerazandinê herêmek aram û bi îstîqrar e.Serokwezîr got ku, herêma Kurdistanê bi mêrxasî, qurbanîdan û xweragiriya pêşmergeyê Kurdistanê, hêzên emnî û xwebexşan hat parastin û bi hevkariya hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê, ji şer û metirsiya tero û terorîstan hat dûr xistin. Herêma Kurdistanê dikeve qonaxeke nû de ku ew jî qonaxa piştî DAÎŞê ye, hatina sermayedar û berhemanîn biyanî bo Herêma Kurdistanê nîşana wê yekê ye ku tevî hemû rewşên dijwar careke din Herêma Kurdistanê baweriya berhemanînan û sermayedaran bi dest dixe û li ser rêyek rast, bawerî bi xwe bûn, ber bi pêşve ngavan diavêje:- Berhemanîn û sermayerazandina biyanî û navxweyî jî, miqayîse digel salên berê, berî kirîza êkonomî û şerê DAÎŞê û ew rewşa dijwara bi ser Herêma Kurdistanê de hatî, kêmtir e, lê belê destpêkirina berhemanînê û sermayerazandinê di vê demê de û di vê rewşa îro Kurdistam tê de ye, weke pêngava vê kompaniyê bi avakirina vê hotelê avêtî, pêngaveke giring e û cîyê destxweşieyeke bê payan e. Ez ji dil destxweşiyê lê dikim, serkeftinê jê re dixwaz im, hêvîdar im bi kar û bi pirojeyên mezintir berhemanînê û sermayerazandinê li Herêma Kurdistan û Îraqê berdewam bin.Serokwezîr diyar kir ku sermayedarên lubnanî, di vê rewşê de, ev pirojeye bi nêzîkî 40 milyon dolaran encam da û bi vî karê xwe ew yek pişt rast kir ku, tevî hemû dijwarî û tehediyên rastî Herêma Kurdistanê hatine, herêma Kurdistanê cîyê baweriya berhemanîn û sermayedaren e û herêma Kurdistanê ber bi paşerojeke geştir pêngava davêje:- Li gor wê pilana hikûmetê ji bo berhemanînê heye, divê învestkar û sermayedar bi atybetî di her sê sektorên çandiniyê, tûrîzmê û pêşesaziyê de berhemanîn û sermayerazandinê bikin û zêdetir pirojeyan di wan her sê waran de encam bidin. Pêşxistina wan her sê sektoran li Herêma Kurdistanê ku şans û aqareke minasib jê re heye, beşek giring ji çaksazî û armancên hikûmetê ye daku hêdî-hêdî ngav bi ngav, derveyî warê neft û gazê, di rêya sektorên din re, dahatinî û pêwîstiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.- Ew tehediyên mezin yên rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûne, ji birîna budceyê, şerê terorê, hewandina zêdetir ji yekmilyon û heşrsedhezar koçber û penaberan û nizimbûna buhayê neftê, ji bo Herêma Kurdistanê îmtîhanek gelek dijwar bû, lê têkşikanidna DAÎŞê, îdarekirina kirîzan, avêtina gavên cidî ji bo çaksaziyê, derbaskirina xalên metirisiyê û destpêkirina başbûna rewşê, îspat kir ku visyona siyasî û nerevîn ji berpirsiyariyê û hevkaîr û hevahengî di navbera aliyan û xelkê de, dikare welat ji kirîzan rizgar bike, weke çawa niha gav bi gav Herêma Kurdistanê ji wan kirîzên hene rizgar dibe.Serokwezîr behsa salên berî kirza dike û dibêje ji sala 2004ê heta destpêka sala 2014ê, gelek karên emzin li herêma Kurdistanê hatin kirin, bi dehan pirojeyên stratejîk di warê çêkirin rê û piran, av û avrêj, perwerde, saxlemî û xizmetgozariyên giştî hatin pêkanîn. Bi sedan gund hatin avadankirin, bi hezaran kîlometir cade û kolan hatin qîr kirin, kareba ji bo hemû devaran hat kêşan, bi sedan park, baxçe, xwendingeh, nexweşxane û bingehên saxlemiyê, mizgeft û dêr, avahiyên nû ji bo saziyên hikûmetê hatin dirust kirin. Bi alîkariya hikûmetê bihezaran malbat bûn xwediyê xaniyên xwe:- Weke mînak, eger di çend waran de bi hijmaran em miqayîse bikin, sala 2003ê û het sala 2013ê diyar dibe ku di nava wan 10 salan de hijmara xwendingehan li Kurdistanê ji 3200 xwendingehan bûn 6000 xwendingeh, ji 14 nexweşxaneyên hikûmetê bûn 65 nexweşxane, nexweşxaneyên taybet ji 8 nexweşxaneyan gihiştin 55an. Nêzîkî 16400 kîlometir rê û cade hatin dirustkirin, 200 hezar xanî hatin avakiirn ku ji wan 50 hezar ji bo xelkê kêmderamt bûn. Pirojeyên avê ji 40 pirojeyna gihiştin 1200 pirojeyan, rêjeya xwendewariyê ji 53% ji bo 84% bilind bû. Ev çend mînkên sade û normal in ji pêşkeftina vê heremê di rewşke aram de.- Îro, piştî ew hemû karesatên bi ser gelê Kurdistanê de hatine, mafê xelkê Kurdistanê ye zêdetir aramî û îstîqrara siyasî, emnî, êkonomî û civakî hebe, û gavên mezintir ber bi pêşkeftinê pavêje, biryarê liser çarenivîsa xwe bide û bibe xwedî biryara xwe. Ji bona vê armancê jî Herêma Kurdistanê danûstandinên cidî digel Bexdayê dest pê dike.Serokwezî Nêçîrvan Barzanî, bi minasibeta Yekê Gulanê, cejina karkerên cîhanê, pîrozbahî li karkerên Kurdistanê û tevaya karkerên cîhanê kir û tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû mafên rewayên karkeran re ye û li gor îmkanên xwe di xizmetkirina wan de xemsariyê nake û got ku eger bi hêza zend û baskên wan karkeran nebe tu piroje çîbicî nabin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: