CîhanPolîtîk

Neletê li Sykey-Pîcot bînin

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REHer çi qas 4 perçe kirina Kurdistanê bi fermî di sala 1923yan de bi Peymana Lozanê bûbe jî di eslê xwe de bingeha vê peymanê, Peymana Sykes-Pîcot a 16ê gulana 1916 e. Bingeha vê peymanê bi binpêkirina mafên netewî ya miletê kurd perçekirina Kurdistanê ye.Di encamên peymanên Sykey-Pîcot û Lozanê de miletê kurd gelek caran bi jenosîdan, nefîkirinan, îşkenceyan û hwd. bi gelek xerabiyan rû bi rû ma.Di encama wan peymanan de miletê Kurd bi jenosîdên Gelîyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Enfal rû bi rû ma.Di encama wan peymanan de Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rizoyê Dêrsimî, Dr. Fûad, Xalid Begê Cibrî, Yûsif Zîya Beg, Simko, Pêşewa Qazî Mihemed di destê dijminan de şehîd bûn.Di encama wan peymanan de Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Şêx Mehmûdê Hefîd, Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ji welatê xwe dûr û bi hesreta welatê xwe çûn ser dilovaniya xwe.Ev peymana ku sed sal berê beyî îradeya miletê kurd di navbera hêzên emperyalist de hate îmzekirin, bû sedem ku miletê kurd sed salan ji mafê xwe yên xwezayî yên netewî bêpar bimîne û nikaribe wek hemû miletên cihanê cihê xwe yê di nava malbata cihanê de bigire.Îsal sedsaliya wê peymanê ye û bi dawîbûna wan peymanan dengeyên cihanê diguherin. Niha di nava hêzên cihanê de peymanên nû çêdibin û di serî de dagirkerên Kurdistanê hin hêzên ku dixwazin miletê kurd sed salek din bêstatu/bê dewlet bihêlin bi şev û roj dixebitin.Divê miletê kurd ne sed saleke din deqeyek din bindestiyê qebûl neke. Divê miletê kurd li hember dijminên Kurdistanê û peymanên ku Kurdistanê perçe kirine helwesta xwe nîşan bide. Divê di sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê de miletê Kurd bi yek dengî wê peymanê nelet bike.Bi minasebeta sed saliya Peymana Sykes-Pîcotê Kurdên ku li Ewropa dijîn wê li Elmanya li bajarê Heumarkt-Kolnê di saet 13:00 de meşeke li dar bixin.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê di serî de endam û dilxwazên Tevgerê bangî hemû Kurdên ku li Ewropayê dijîn dikin ku di 14ê gulanê de ji bo neletkirina Peymana Sykes-Pîcotê beşdarî meşa Kolnê bibin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ06.05.2016Ji bo Pêwendiyê:e- mail: [email protected]telefon: 0049 15755449833Nîşe: Tevlîbûn wê bi tenê Alayên Kurdistanê be. Flamayên tu partî û rêxistinan nebin.

Back to top button