
Serok erkanê kevin yê Tirkiye Îlker Başbug , di civînekî de behsa rewşa Tirkiye û herêmê kir. Di civînê de gelek pirs ji Başbug hate kirin.Pirsek jî di derbarê Serxwebûna Kurdistanê de bû.Dema Başbug bersiva vê pirsê da, got: Niha li Iraqê deverên ku DAÎŞ berdide kurd lê cih dibin. Niha Musil jî ev yeê çêbe, dê kurd gavek din nêzikî serxwebûnê bibin.Berdewambuna axavtina xwe de Başbug da xuyakirin ku, hêza Iraqê jî heye ku nehêle dewletek Kurdistanê bê ragihandin. Lê di herêmê de Tirkiye û Îran dikarin nehêlin Kurdistanek Serbixwe çêbe. Heta Îran û Tirkiye li dijê serxwebûna Kurdistanê xwedî helwestbin, Amerîka ji bo serxwebuna Kurdistanê ronahiya kesk pê naxe.Başbug got: Nebê Tirkiye û Iran fikarê bikin û bêjin bila Kurdistana serbixwe çêbe û emê hamitiya wê bikin.Dê ev bibe xeletiyek mezin û dîrokî.Dawiya bersiva vê pirsê de Başbug got ku bila tu cara gotina Ataturk ya sala 1923ê ji bîra neçe.