Neft me ser dixe yan serê me dixwe?
Serkeftina her proje û planek ji encama wê ye ji aliyên erênî û neyînî û têkçûn jî dîsa li barçuna planêye, nefta Herêmê diyartirîn behsa navendên medyayên navxweyî û cîhaniyane zeqtirîn kêşe û li ber hevketina navbera Herêm û Bexdaye.
Tundbuna berdewamiya Bexda li ser vê behsê hejmarek qeyrana aloz pêkhatiye bi taybetî aborî û jiyana hemwelatiyên Herêmê û birîna budçeyê, beşa budçeya Herêmê bi hemû pêverên berê kêmtir bûye û li Herêmê tevgera bazirganî û jiyana take kesî bi runî guhertinê bi xwe ve aniye.
Pêşketina peywendî û berjewendiya li gel Tirkiye, Bexdayê zêdetir tund kir û kêşeyên berê jî li gel xwe vekir û peywendiya Herêm û Bexdayê gihande xeraptirîn rewşê û qurbana yekema vê têkçunê jî hemwelatiyên Herême ku bi birîna budçeyê bandoreke mezin li ser jiyana rojaneya take kesên Herêmê kir.
Pirsiyar heta vir eweye gelo neft me ser dixe yan serê me dixwe?! Bêguman heta vir serxwarine ji ber ku ji bilî serweta giştî ya Herêmê heta niha qeyran û ziyan ji destkeftan zêdetirin û tu hêviyeke ber bi çav nayê dîtin ku çareseriya kêşeyan bike. Bi her pêverek jî ji bo başbuna rewşa aboriya Herêmê pênç hindî beşa budçeya salaneya xwe pêwîste û eve jî tiştekî mehale û ku wate bi giranî aboriya Herêmê dikarê rabe.
Bi berdewamî şandina derveya nefta Herêmê û erzanfiroştina wê sermayeyê girînge bi awayekî ku nîvê her bermîla neft bê veguhestin û derxistin ji Tirkiye û bexşîn û beşkariyên din ve diçe û nîvê din jî paşê beşa %17 didin Herêmê û ewê din ji bo Bexdaye, ku wate şandina nefta Herêmê rojane bigihe 7 milyon bermîl ku eve tiştekî hetmî û mehale wê demê dahat digihe wê bira ku berê mifa ji Bexda dihat wergirtin. Li vê karê dirustkirî ku Tirkiye sudmendê yekeme û her bi xwe jî handerê karê ye û îmzaya berdewama vê karê li gel berpirsên samanê siruştiyên Herêmê ji bo zemenekî dirêja çend sale ku bi 50 sal tê behs kirin û ji bilî bi hederdana jêrxanekî girînga aborî ku sermayeya wî welatiye û nikarê aboriya Herêmê rêkbixe, hemwelatiyên Herêmê lê sudmend nabê û dîsa zêdekirina bazirganên dirustkirî ji bo sudwergirtina li bazara neft û dirustkirin û dirêjepêdana bi qeyrananan û tiştekî din.
Yadîgar Caf