Kultur

Neçûye xwendingehê lê bergê pêncemê bîranînên xwe dinivîse

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê di demên qedexeya hatin û çûnê da mijulî nivîsîna bergê pêncemê pertûka bîranînên xwe ye ku ew bi xwe neçûye dibistanê û xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsînê bûye û çendîn berhemên wî yên siyasî, civakî û bîranînan de heye.

Mihemmedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê di dema beşdarîkirina li bernameya Nûroj ya radyo Rûdaw da got: “Pertûka min ji 600 rûpelan pêkhatiye û demeke nêzîk de xelas dibe.”.

Her çende Mihemmedê Hacî Mehmûd kesayetiyekî siyasiye, lê belê wekî cotkar jî berdewam kar dide û dibêje: “Niha hîç pêwîstiya min bi kirîna meywe, sebze û xorekê nîne û min hemû pêdiviyên xwe yên xorekê, min bi xwe berhem aniye, her wiha loke, ketan, reşke, birinc û xurma berhem tînim”.

Mihemmedê Hacî Mehmûd dibêje 31 sale min birinc û goştê sor nexwariye, lê belê çewlik û kêlgeha xwe ya mirîşk û peleweriyê heye û hejmareke zêdeyê qel, qaz û mirîşkan xwedî dike.

Back to top button