Civak

Kurdekî 112 salî ku tûşbûyê Korona bû, başbû

Salehê Meryemê tûşbûyekî Korona bû ku temenê wî 112 sale û nêzîkî hefteyeke berevaniyeke tûnd li beramber Korona kir û başbû û nexweşxaneyê bi cîh hişt û çû mala xwe.

Salehê Meryemê ji dayikbûyê sala 1908 ê zayîniye û xelkê gundê Kanî Nawe ye li bajarê Bane ya ser bi parêzgeha Sineya Rojhilatê Kurdistanê. Heftiya derbasbûyî bi nîşanên taya bilind û henase tengî û teng nefesiyê serdana binkeya tendirustiyê kir û paşê li nexweşxaneya Razî Bane wekî gumanlêkiriyê Korona hate razandin û piştî pişkinînan derket ku wî Korona heye.

Hadiyê Meryemê kurê Salihê Meryemê got: Bavê min di dema belavbûna Korona li malê bûye û peywendî li gel kes nebûye û egera tûşbûna bi Korona gelek kêm bû.

Hadiyê Meryemê balkişand li ser wê yekê ku babê wî berê nexweşê dil û singê hebûye û got: “Heftiya derbasbûyî ji nişka ve taya laşê wî bilind bû û zik êşekî zêde hebû û ji bo çareseriyê me bir binkeya tendirustiyê, me qet guman nedikir bavê me bi Korona ketibe, niha jî ku başbûye li gor temen û rewşa tendirustiya xwe wekî mu’cîzeye”.

Her wiha Mihemedê Şaweysî Birêveberê Tendirustiya Bane bi Ajansên fermî yên Îranê re gotiye: Piştî ku nexweş ji nexweşxaneyê çû malê divê heta deh rojan li malê karantînekirî bê û li bin çavdêriyê de bê. Şaweysî balkişand li ser wê yekê ku 42 tûşbûyê Korona li Bane heta niha başbûne û şandine malên wan. Bi giştî li bajarê Bane 71 tûşbûyê Korona hatine tomar kirin û 8 kes jî ji wan canê xwe ji destdane.

Back to top button