Cîhan
Dermanê coronayê peyda kirin?

Li gora daxûyaniyek ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dermanek li dijê şewba Corona hatiye dîtin û niha ew derman li 7 welatan tê bi karanîn. Şirketa dermana yên Sanofi û Regeneron Pharmaceuticals dan xûyakirin ku, ev derman niha tê çêkirin û li ser nexweşa tê bi karanîn.
Daxuyaniyê de dibêjin ku, dermanê bi navê Kevzara hetiye pêşvebirin û li dijê nexweşiya (Covid-19) li 7 welatan tê bi karanîn. Derman li Amerikayê ji berî heftiyekî li ser nexweşan hatiye ceribandin û niha jî li Fransa, Italya, Ispanya , Kanada û Rusya li ser 300 nexweşên herî giran tê ceribandin û ev derman bûye wek hêviyek mezin li dijê vê nexweşiyê.