Nêçîrvan bi fermî bû cîgirê serokê PDK-ê

Di çaremîn roja kongreya 13an a partiya demokrata Kurdistanê de, piştî hilbijartina Serokê Partiyê û dûbare hilbijartina Serok Mesûd Barzanî bo Serokatiya Partî, Serok Mesûd Barzanî jî di dema pêşkeş kirina peyvên xwe de li gorî peyrewnameya navxwe ya partî navê Nêçîrvan Barzanî weke Cîgirê Serokê partî pêşkeşî kongre kir.

Piştî pêşkeş kirina navê Nêçîrvan Barzanî weke berbijarê Cîgirê Serokê partî, ji aliyê kongreyê ve Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengan weke Cîgirê Serokê Partî hate hilbijartin.

Piştî ku, birêz Nêçîrvan Barzanî weke Cîgirê Serokê Partî hate hilbijartin, peyvek pêşkeş kir û ev erka han bi şeref û serbilindiyeke mezin nirxand û spasiyên xwe jî pêşkeşî kongre û Serokê partî kir û ragihand ku, vê layêqê baweriya ku, ji aliyê kongreyê ve ji re hatiye dayîn derbikeve û bi serbilindî û bi şeref erkên xwe bi cîh bîne.

Nerîna min :