
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çarserkirina nakokiyên di navbera aliyê Iraqî de bang li wan kir werin Hewlêrê bicivin, dest bi diyalogek niştimanî bikin û prsgirêkên xwe çareser bikin:
Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê
Em ji nêzîk û bi dilgiraniyek kûr ve pêşhateyên siyasî û emnî yên îro li Bexdayê û çend navçeyên din qewimîn dişopînîn. Em daxawazê ji hemû aliyan dikîn ku bi qasî ku ji destê wan tê bi sebir bin û rê nedin rewş ji kontrolê derkeve.
Xwepêşandanên aştiyane mafê destûrî yê parastî ye, lê alozî û rawestandina saziyên dewletê tu pirsgirêkan çareser nake û rewşê aloztir dike, ji ber wê jî divê rûmeta saziyên dewletê bê parastin û rê li ber erk û karên wan neyê girtin.
Divê hêzên asayîşê jî gelek zêde bi hişyarî rûbirûyê rewşê bibin û rê nedin ku xwepêşandan û bûyer bibin sedema zêdtir têkçûna rewşa ewlekarî û ketina qurbaniyan di navbera îraqiyan da.
Rewşa welat gelek pêwîstî bi wê yekê heye ku vegerin bo lojîk, destpêkirina diyalogeka niştimanî û berpirsiyarane û hevkariya hemûyan divê da ku Îraq ji vê rewşa dijwar rizgar bibe û her tişt beravêtî nebe.
Em dûbare dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê alîkar be ji bo çareserî û hevtêgihiştina aliyên Iraqî, lewma em bang li hemû hêz û aliyên Iraqî dikîn ku bihên li Hewlêrê bicivin û ji bo derbaskirina rewşê dest bi diyalogeke cidî bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.08.29