Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî û sefîrê Îranê kirîza Îraqê minaqeşe kir
Nêçîrvan Barzanî serokê hikumeta Kurdistanê duhî li Hewlêrê pêşwazî sefîrê Îranê yê li Bexdayê Hesen Danayîfer kir.
Di hevdîtineke de ku, konsulusê Îranê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, Danayîfer bi minasebeta destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî weke serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji re xwest.
Di hevdîtinê de peyvendiyên navbera Îran û Kurdistanê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd li ser bihêzkirin û berfirehkirina peyvendiyên han kirin.
Herwesa Nêçîrvan Barzanî û sefîrê Îranê di hevdînina xwe de behsa rewşa aloz û kirîsa siyasiya Îraqê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û bexdayê kir û tekîd li wê yekê kir ku ew pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin.