Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî û Newşirvan Mistefa civiyan
Îro cigirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û berbijerê serokê hukumeta Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ji bo gotubêja di derbarê avakirina hukumetê de ji bo hevdîtina aliyên siyaî re bike li gel şandekî serdana Silêmaniyê kir.
Di çerçova serdana xwe ya Silêmaniyê de Nêçîrvan Barzanî li gel berpirsê tevgera Goran Newşîrwan Mistefa civîya. Di vê hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û Kurdistanê hate sekinandin, herweha li ser şêweyê avakirina hukumetê û awayê kar kirina hukumeta nû hate sekinandin.
Di derbarê hevdîtinê de agahdariyên berfireh nehatin dayîn.
Rojevakurd